Civak

Eşîra Batuyan li Şirnexê qelenê rakirin

Eşîreta Batuyan ya li Şirnexa Bakûrê Kurdistanê biryar dan ku êdî li navbera xwe de qelenê zewac û şûkirinê daxwaz nekin.

Ev biryara eşîra Batûyan piştî wê yekê hat ku xortekî 22 salî ya bi navê Yehya Batuyî ji ber 100 hezar lîre qelen ji bo wê keça ku hez jê dikir hatibû xwestin û nekaribû wî pereyî dabîn bike û pêre şû bike xort xwekûşt.

Her çende eşîra Batuyan biryara rakirina qelenê dane lê dîsa jî biryar dane ku mala zava weku qelen 2 bazinên zêr, 75 cm zincîra zêr, guharên zêr û 2 bazinên zêr ji mala bûkê re bikirîn.

 

Back to top button