Nivîsar

Kurdistan

Li başurê Tirkiye didu Kurdistan bi fermî diderkevin holê. Ger hûn bixwazin jêre bejin ‘herêmên xweser, dewlet, eyalet’ ger jî bejin ‘herêmên niştimanî yên Kurdan’ ferq nake ti tişt rastiya ku li wan deran herêmên ku di bin rêvebiriya kurdan de û kurd lê dijîn naguherîne.

Li wan deran Kurdên ku ji aliyê Kurdan ve tên rêvebirin hene. Ev rastî rêvebiriya Tirkiye zehf aciz dike.

Çewa nû fêhm dikin ku li mezopotamyayê  li çar dewletan nêzî çil milyon Kurd hene. Di heyama ku tevahiya Rohilata navîn diguhere de, hilbet dê ev çil milyon mirov jî biguherin. Nedîtina vê yekê korbîne. Dîktatorên Rohilata Navîn qet ji bo aramiya tevahiya gelên xwe nexebitîn. Şuna vê girseyekê dan ba xwe û yên din tune hesibandin û zil mli wana kirin. Ev jî bû sedema dijmintiyên mezin.

Piştî ku dîktator hilweşan ew dijmintî bi zelalî û bi awayek tûj derketin holê.

Li Iraqê Kurd berê de tedikoşiyan û piştî ku Seddam ket, dewleta Kurd jî cihde ava bû.

Li Sûrî jî demeke dirêje ku tekoşîna Kurda heye. Kurdên Sûrî ji hev cüda bûn lê dema îxtimala ‘Dewleta Kurd’ xwiya kir koalisyon ava kirin.  Wê çawa çêbe ez nizanim, lê bi teqez dê li Sûrî herêmên Kurd ava bibin.

Rêvebiriya Tirkiye ji vê geşedanê acize, lê nizane dê çi bike.

Dibêje ‘Ezê midexale bikim’ ‘na em midexale nakin lê xetên me yên sor hene’. Kurtasî dema Kurdistana Iraqê ava çi digota niha jî heman tiştan dibêje.

Tirkiya nikare li ber van geşedanan bisekine.

Jixwe tu kes nikare têkilî Kurdistana Iraqê bibe.

Ger Tirkiye bela xwe li Kurdên Sûrî bide, dê serê xwe bixe belayake pir mezin a dîroka xwe. Weke Veysel Ayhanê ki di hevpeyvîna bi Neşe Duzel re kirî de gotî, ger Tirkiye midexaleyê Kurdên Sûrî bike, dê pevçûneke ku Kurdên Tirkiye jî beşdarî bûn derkeve. Weke Ayhan da zanîn ‘dibe ku şer li Sûrî nemîne’

Ger mirov baş fêhm bike çima Tirkiye ev qas acize, hingê dê emê bizanibin divê Tirkiye çi bike.

Tirsa Tirkiye ewe ku ger li sînorên Tirkiye dewletên Kurdan avabibin, dê Kurdên Tirkiye jî heman tiştê bixwazin. Ditirse ku dê PKK ji herdu dewletan êrîş bike.

Raste ev îxtimal hene. Lê li gor min pirsa esil  ev e. Çima îxtimalên wisa hene?

Çima dê Kurdên Tirkiye ‘xweseriyê’ bixwazin an jî ji Tirkiye cûdabûnê bixwazin.

Çima dê PKK wêrekiya êrîşa li Tirkiye bi xwe re bibine?

Bersiv pir hêsane.

Çimkî Kurdên Tirkiye ne dilşa ne. Dixwazin şertên di nav de bên guherandin.  500 Metre li dûrahiya wan, Kurd dikarin zimanê xwe biaxivin, kurdî perwerde bibin û bi kurdîbûnê serbilindin. Çima Kurdên Tirkiye rewşeke neyînî qebûl bikin?

Çima dê Kurd piçûk dîtina Tirkan qebûl bikin?

Çima dê her dem zora ‘hûnê vana qebûl bikin’ bipejirînin.  Ti îmkanên Tirkiye tine ne ku guherînên li Mezopotamya (Mezra Bota) bisekinîne.

Nikare li Iraqê û li Sûrî ava kirina Kurdistanan rawestîne.

Ji Tirkiye re bitenê yek rê heye ku ji tirşen wê xilas bike.

Qebûl kirina wekhevî û azadî ye.

Ji Kurdên Sûrî û Iraqê bêtir ji Kurdên xwe re peşkeş kirina azadî, wekhevî, dewlemendî û dilşadî. Ger bikaribe vê pêk bîne, dê Tirkiye jî di riya ku dîrok tê de diherike de biherike. Tu pirsgirêk dernakeve.

Hingê di rastî jî di, ji herêma xwe re bibe dewleteke mînak. Dê ew bixwe jî dewlemend bibe, hêzdar bibe û bi xwe re pêbawer bibe. Yê vê bike jî, dê Tirkiye derbasî çaxeke din bike û dê demek dirêj û serkeftî Tirikye birêve bibe.

Ya rastî hêj jî ev şense Serokwezîr Erdogan heye. Lê bi veşartina heqîqeta Uludereyê, kirina wezîrê Karên Hundir yê zilamekê wekî Îdrîs Naîm Şahîn, bi terfi kirina polîsên îşkenceker, bitenê Trikiye diherikîne nav bela û pevçûnê.

Li dinyayê Zordarî diqede. Tu nikarî zorbetiya Esed şermezar bikî û li ser Kurdên xwe zordarî bikî.

Înkra kirina zimanê zikmakî zorbetî ye, ji bilî vê tu terîfa vê tune ye.

Tirkiye ne ji derve, bila ji nava xwe bitirse. Çareseriya hemû derdên me ‘azadî ‘ye. Dermanê AKPê jî ev têgehîne. Lê ji bo dîtina vê lazime ji koriya desthilatdariyê xwe xilas bike.

Ahmet Altan

 

Xeberênkurdi.com/Taraf

Back to top button