Civak

Serokê hukumetê cejna kurdên êzidî pîroz dike

Ji bo hatina cejna “ Çilê Havînê“ a êzidiyan Nêçrvan Barzanî serokê hukumet a Kurdistanê, daxuyaniyek pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayên kurdê Êzidî kir.

Ev deqê daxuyaniya serokê hukumetê ye:

Bi navê xudayê dilovan û mezin,

Bi hatina cejna îilê havînê ya xuşk û  birayên êzidî, gelek ji dil pîrozbahiyê li hemû xuşk û birayên me yên kurdên êzidî li Kurdistanê, li Iraqê û her cihekî yê cîhanê dikim.

Cejnek xweş û aram ji bo wan dixwazim.Hêvîdarim her sal cejnên xweû û aram pîroz bikin her tim şahî bin û di vê cejnê de di nav xêr, xweşî û serfiraziyê de bin.  Hêvîdarim xêr û serfirazî li ji bo Kurdistanê û birayên me yên êzidî be.

Her serkeftîbin û di nav cejn û şahiyê de bin.

2 Tebaxa 2012-êê

Nêçîrvan Barzanî
 
Serokê Hkûmeta Herêma Kurdistanê

Back to top button