Polîtîk

Şemzînan bûye qada şer

Di pêvajoyeke ku hemû bal kişandine ser Suriyê û bi taybet jî balên li ser Kurdistana Rojava ne, li Kurdistana Bakur, li navçeya Şemzînanê şer û pevçûnên li Suriyê djwartir tên jiyandin. Di derbarê operasyon û çalakiyan de ti agahiyên zelal nayên girtin. Hemû herêm veguheriyaye qada şer. Gundiyên ku li herêmê dijîn, hat ragihandin ku, qasî 30 malbat, mal û milkê xwe, heta ajalên xwe berdane û reviyane navenda Şemznan û derên din. Gundiyên ku koç kirine dibêjin, me ancax karibû canê xwe bifilitanda.

Dîsa parlementer jî bernedane herêmê. Çend rojan berê, parlementerên BDPê Esad Canan û Ozdal Uçer xwestin ku biçine herêmê û lêkolînan bikin ka çi diqewime. Lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.

Hefta borî, şaredarê Şemzînanê Sedat Tore daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku, li Şemzînanê ti derên ku nehatine bombekirin nemane. Tore îfade kiriye ku, hêzên dewletê li hember gerîlayên PKKê nikarin biserkevin û kontrola herêmê di destên gerîla de ye.

Her roj di derheqê Şemzînanê de di hin çapemeniyan de nûçe têne weşandin. Lê pirraniyên wan dipirsin; Li Şemzînanê gelo çi dibe? Walî dibêje, haja min jê tine ye. Qeymeqam dernakeve têlefonên ti kesan. Ti deng ji hikumetê jî dernakeve.

Doh, li ser ekranê televizyonekê, rojnamevanekî îdia kir ku, wezîrê karê derve Davutoglu gitye ku, ez zanim li Şemzînanê çi dibe lê ez nabêjim. 

 Di daxuyaniyên PKKê de tê îdiakirin ku, heta niha çend helîkopterên skorsky xistine û nêzika hejmareke 100 leşkerî  wendahiyên dewletê çê bûne.

Di daxuyaniyên hêzên dwletê de jî tê îdiakirin ku, zêdetirî 50 gerîlayî di operasyona Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dane.

Li Şemzînanê şerekî dijwar heye û xuyaye ku Şemzînan veguherandine qada şer. 

Back to top button