Dimitri Nirisisov nivîskarek Rusiye û di malpera Pravda. Ru nivîsek di derbarê rewşa Kurdistanê de belav kiriye. Sernivîsa Nirisisov “ Kurdistan doza ku xwe ji dewletêre amade dike“ ye.Dimitrî di gotara xwe de dibêje ku, dawiya sala 2017ê wê dewletek nû li ser nexşeya cîhanê zêde bibe . Referanduma di vê pehizî encam bide, wê dewletê pêkbîne.Li gor nerîna nivîskar doza Kurdî di vê dema dawiyê de bala hemû medyaya cîhanê kişandiye, ev yeke piştî wê yekê hat ku, dema Kurdan li Sûriyê û Iraqê bi piştgiriya Amerîkayê şerê DAIŞê kinin, bi wê yekê hemû cîhanê naskir ku, erdê Kurdan yê ku, hejmara wan zêdeyî 40 milyon ne di nav çar welatan de li Sûriyê, Tirkiyê, Iraq û Îranê de hatine belavkirin.Di gotarê de nivîskar wiha jî dibêje: Ji mêj de Kurd çaverêya dewleta xwe dikin, lê heta niha nekarîn wê xewna xwe cîbcîbikin û hemû hawildanên wan jî bi tûndî ji aliyê desthilatdariya wan welatan ve dihat binpêkirin lewma doza Kurdî li dirêjahiya salan weke bombeyekê di bin aştî û aramiya rojhelata navîn de çandî ma.Herwiha nivîskarê gotarê dibêje ku, derfeta pêkanîna dewleta Kurdî di destpêka şerê Amerîkayê li dijî Iraqê demê Sedam Hisên de diyar kir, dema Kurdan li gel Amerîka beşdarî wî şerî bûn di beramber de mafê xwe di destûra Iraqê de tesbît kirin, yek ji wan mafan jî encamdana referandomê bo serxwebûnê, ya ku, biryare di peyîza bê de were pêkanîn.Li gor nerîna nivîskarî ku, piştî ragehandina dewleta Kurdî wê rewş aloz bibe ew yeke li wê yekê vegerand ku, ew welatên cîran û pêwendiya xwe bi doza Kurdan re heye weke Iraq, Iranî Tirkitê û Sûriyê qebûlnakin dewleteke Kurdî hebe.
Pêş
11/10/2024
Îdîa: Lêpirsîn di derbarê Fermandarê Hêza Qudsê ji ber ‘têkiliyên Îsraîlê’ tê kirin
11/10/2024
Êrîşên Bereyê Miqawemeya Îslamî ya Îraqê li ser Israîlê berdewamin..!
Balkêş e ?
Close - Îsrail kuştina leşkerekî xwe ragihand08/10/2024