Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê beşdariya yekem roja Korbenda Aboriya Cîhanî li Deryaya Mirî Urdin kir. Li vê korbendê da hejmarekî zêdeyê kesayetiyên siyasî û aboriya cîhanê û berpirsên welatan beşdar bûn.Her li çarçoveya korbendê da Serokê Herêma Kurdistanê li gel Dr Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqê civiya. Li hevdîtinê de şerê terorîstên Da’îş li Musil û navçeyên dinê Iraqê û qonaxa piştî Da’îş û babeta koçberan û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin.Piştî vê hevdîtinê û çarçoveya korbendê de Serok Barzanî li gel Borge Brende Wezîrê Derveyê Norwecê civiya. Li vê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Norwecê hate nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser pêşveçûnên dawî ya şerê dijî terorîstan û qonaxa piştî Da’îş li Iraq û her wiha rewşa koçber û penaberan. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Hikûmeta Norwecê kir ku hevkariya serbazî û mirovî li şerê dijî Da’îş da pêşkêşî gelê Kurdistanê kiriye. Rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.Li dirêjahiya hevdîtinên li çarçoveya korbendê da Serok Barzanî li gel Klaus Schwab Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî civiya.Li hevdîtinê de Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî xweşhaliya xwe bi beşdarbûna Serok Barzanî li korbendê de derbirî û her wiha li gotarek da pêzanînên xwe ji bo helwesta xelkê Kurdistanê ya li hewandin û pêşwazîkirina li koçber û penaberan de hebû û rola Pêşmerge jî li têkşikandina terorîstan de bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge bi çek û îmkaniyatên sînordar karî xweragir bê û li şûna cîhanê şerê terorê bike û li vê şerê da jî serket. Her wiha xweşhaliya xwe jî bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Korbenda Aboriya Cîhanî ya li çend salên derbasbûyî û heta niha de derbirî. Her li vê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê şerê terorîstên Da’îş û serkeftinên Pêşmerge û babeta koçberan û her wiha gefên qonaxa piştî Da’îş xisterû.Piştî vê hevdîtinê û li heman rojê da Serok Barzanî li gel Bert Koenders Wezîrê Derveyê Holanda civiya. Li civînê de Wezîrê Derveyê Holanda xweşhaliya xwe bi geşbûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê nîşan da û eve jî ragihand ku Holanda pabendî geşkirina peywendiyane li gel Herêma Kurdistanê bi taybet li warên uze(enerji) û çandin û avê de.Li beranber da Serok Barzanî pêşwaziyê li berev pêşveçûna peywendiyên Herêma Kurdistan û Holanda kir û hêvî xwest ew peywendî li warên enerjî û çandinê zêdetir pêşbikevê.Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û qeyrana koçber û penaberan û şerê Da’îşê nirxandin û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku şikesta serbaziya Da’îş li Musil ne bi wateya dawî hatina hizra terorê ye û pêwîste bi hewleke hemû aliyên cîhanê sedemên serhildan û geşbûna terorê bê dayîn.Her li çarçoveya korbendê da Serok Barzanî li gel hejmarek ji endamên xortên rêxistina cîhanî Global Shapers civiya ku rêxistineke cîhaniye ji xortên seranserê cîhanê pêkhatiye. Ev şanda rêxistina cîhanî Global Shapers mebesta wan bû ku di derbarê rewşa Kurdistanê û serbixweyî û referandûmê de nêrîna Serok Barzanî li nêzîk ve bizanin û Serok Barzanî jî bi kurtî behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û pêşelbûna şeraket û wan êşan xisterû ku ji aliyê hikûmetên Iraqê da li ser gelê Kurdistanê da hatiye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de sedemên wê bi hûrî behs kir ku hana gelê Kurdistanê daye biryar li serbixweyî û referandûmê de bidin.
Pêş
09/10/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê re civiya
09/10/2024
Erdogan piştgirî dide daxuyaniya Bahçelî ya di derbarê DEMê de..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close