Cîhan

Konfederasyona Federasyonên biyanî (SIOS) li Swêdê kongreyê xwe pêkanî

Konfederasyona Federasyonên biyanî (SIOS) li Swêdê kongreyê xwe pêkanî. Di vê derbarê de nûçeya Selam cizîrî. KONGREYA SIOS Ê A ASAYÎ (2017)HATE LI DARXISTIN:Iro 20.05. 2017 roja şemiyê, Konfederasyona Federasyonên biyanî (SIOS) li Swêdê, kongreya xwe a asayî ya salane li Stockholm Jaktornet ê li dar xist.Piştî xwendina raporan (rapora xebata salane, aborî û çavdêr) komîteya berê hate azadkirin.Komîteyek nu hate hilbijartin.Amadeu Batel ji Federasyona Komeleyên Portekizî li Swêdê ji alê kongrê ve, wek Serok hate hilbijartin.Barzan Koçkaya bu endamê komîteya rêvebir.Şermin Bozarslan bu berpirse komiteya Rawêj Ez û Midia Cegerxwin jibo komîyeya çavdêr (revisor)bi yekdengi hatin hilbijartin.Wek tê zanin SIOS (KONFEDERASYONA FEDERASYONÊN BIYANÎ LI SWÊD)JI 21 Federasyonên biyanî pêk hatiye.Yek ji wan FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê)endamek aktife di vê konfederasyona biyaniyan da.Kongrê biryar da ku Federasyona Tirkan li Swêdê ji vê Konfederasyonê bête avêtin. Jiber :” pirsgirêkê abori, tevgerên wan yên ne li cide û nedana deynê endametiyê, Federasyona wan ji SIOS ê hate (derxistin)avêtin.”Hêjayê gotinê ye SIOS dezhehek sivil û demokratike û li qada Swêd da xwedîyê pêgihek giringe.

Hêviya serkeftinê ji organên SIOSê ra dixwazimSelam CizîrîStockholm Swêd20.05.2017
Back to top button