Polîtîk

Kemalbay:Xebata me ya aşitî û demokrasiyê ye

Li Enqere HDPê kongreya xwe li darxist. Di vê kongreyê de armanca sereke hevserokek nû bête hilbijartin. Di kongreya HDPê de coşa kongreyên berê qet tunebû.Hevserokê HDPê yê girtî Selahatin Demirtaş peyamek ji bo kongreyê rêkir û ew peyam hate xwendin. Demirtaş behsa pêvajoya aşitiyê dike .Ji aliyek din Figen Yuksekdag jî peyamek rêkir .Yuksekdag hevseroka berê ya HDPê bû. Lê bi biryara dadgehê hevserokatiya wê û endametiya Yuksekdag a HDPê hate ji navbirin. Dewsa Yuksekdag de, Serpil Kemalbay hate hilbijartin . Hevseroka nû ya HDPê Kemalbay ji eslê xwe ji Erdahanê ye û parlementerê Stanbulê ye. Kemalbay ji platforma sosyalist a çepên tirk hatiye nav HDPê.Piştê kongreya Kemalbay daxûyaniya xwe de, behsa aşitiyê û tekoşina demokrasiya ji bo Tirkiye kir . Kemalbay behsa pirsa Kurdistanê nekir.

Back to top button