Ji bo bi awayekî aram û bêyî pirsgirêk serxwebûn encam bide, divê PKK şerî li bakur rawestîne
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: “ PKKyê jî bi sîyaseta xendek û barîkat û şerê nav bajran , rê ji vê sîyaseta Dewleta Tirkîyê ya wêran kirin û kuştinê re xweş kir.“Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.1-Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?2-Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?3-Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be Bersiva Mustafa Ozçelik:
1-Rewşa bakurê Kurdistanê ne weke ya başûr û rojavayê Kurdistanê ye.Li başûr û rojavayê Kuristanê çek ne di destê Kurdan de be, dê jenosîdên mezin rûbidin; xeterîya ku dê destkeftinên Kurdan têk biçin heye. Lê şerdên bakurê Kurdistanê ne weha ye; di şerdên heyî de pêwîstîya kurdan bi şerî nîne. Gava ku di Temûza 2015an de şer dest pê bû, em weke PAK bêyî teredut li himberî vî şerî derketin. Dewleta Tirkîyê ji ber ku ji pêşketin û destkeftinên Kurdan yên di warê sîyasî, demokratîk û sivîl de tirsîya, xwest rê li ber vê pêşketinê bigire. Ji bo wê jî bes yek rê hêbû ku ew jî , şer derxe û berê kurdan jî bide şerî. PKKyê jî bi sîyaseta xendek û barîkat û şerê nav bajran , rê ji vê sîyaseta Dewleta Tirkîyê ya wêran kirin û kuştinê re xweş kir. Eve nêzî du sala ne aşkere bûye ku şer gelek zerar daye welatê me, daye gelê me û doza azadîya bakurê Kurdistanê. Lê zerara şerî ne bes ji bo bakurê Kurdistanê ye. Li başûrê Kurdistanê meşa serxwebûnê gav bi gav bi pêşve diçe. Referandûma serxwebûnê di rojevê de ye. Di demeke weha de şerê bakur tesîreke xerab li başûr jî dike. Ji bo bi awayekî aram û bêyî pirsgirêk serxwebûn encam bide, divê PKK şerî li bakur rawestîne û li Şingal û herêmên din ji Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê re pirsgirêkan dernexîne. Herweha rawestandina şerê li bakur dê ji bo pêşketina doza azadîya gelê me ya li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî roleke erênî bilihîze. Şerê li bakurê Kurdistanê rê ji têkdan, destwerdan û planên şikandina azadîya Kurdistanê yên Dewletên Îranê, Tirkîyeyê, Iraq û Sûrîyeyê re xweştir dike; û destkeftinên li bakur jî ji holê radike.2- Mixabin sekinandina şerê li bakurê Kurdistanê heta radeyekê ji kurdan zêdetir, bi sîyaseta Tirkîyeyê, ya Îranê, ya Iraqe, ya Sûrîyeyê ve jî girêdayîye. Bi ya me kî çi dibêje, çi sîyasetê dimeşîne bila bimeşîne; lê divê Kurd nebin alîyê şerî. Helbete ku li bakurê Kurdistanê tunebûna partî yan jî hêzeke xurt ya li derveyî PKKyê jî tesîrê li vê pêvajoya şerî dike. Heger partîyek an hêzeke ku bikaribûya balansekê çêbike, di nava gelê me yê bakur de hebûya, xurt bûya, dê bi awayekî girseyî , bi bandor li himberî Dewleta Tirkîyeyê jî, li himberî xeletîyên PKKyê jî rawestîya. Ev jî sebebeke ku şer bêyî îradeya gelê me , li ser me tê ferz kirin. Di vê rewşê de, divê em temama partî, dezgehên sivîl, şehsîyet, hemû beşên civatê yên olî, mezhebî, etnîkî û sosyal, bi şîara ‘’Ji şer re, ji Rewşa Awarte re ‘na’, ji çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê re ‘erê’, mixatab hemû partiyên Kurda ne’’ xebat û kampanya û tevgereke girseyî bihûnin. Ev di sekinandina şerî de dê bibe gava ewil û dê ji me re rê veke. Divê em di qada navnetewî de jî, bi hemû dewletên cîhanê re peywendîyên xwe xurt bikin da ku zextê li ser Dewleta Tirkîyeyê jî, li ser PKKyê jî ji bo sekinandina şer zêde bikin., divê em dîplomasîyeke xurt bimeşînin.3- Di tabloya heyî de tu nîşanên ku şer raweste ne xuya ye; Dewleta Tirkîyeyê jî, PKK jî her behsa gur kirin û zêde kirina agirê şerî dikin. Lê di eslê xwe de Dewleta Tirkîyeyê ketîye nav geremolekê. Ev şer ne çareserîya pirsgirêkan e. Û her ku diçe, dîyar dibe ku bi şerî ev mesele çareser nabe. Ji ber wê jî Dewleta Tirkîyeyê dê nikaribe zêdetir vî barî hilgire. Mecbûre rêyekê bibîne ku şer raweste. PKK jî bi vî şeri zerarê dide gelê me. Divê zûtirîn wext şer raweste. Divê pêvajoya rasteqîn ya çareserîya sîyasî destpê bibe. Ev pêvajoya divê ne weke ya pêştir be. Divê hemû partiyên Kurdan mixatabê Dewleta Tirkîyeyê bin û divê garantorên navnetewî jî beşdar bibin. Divê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bi bernameyekê di rojevê de be. Hin gavên acîl yên ji nuha ve bêne avêtin hene, hin gavên ku bingehên çareserîya sîyasî xurt bikin hene û bernameyeke ji bo çareserîya daîmî pêwîste. Divê hemû alî li ser vê hişmendîyê li hevdu bikin û guftûgoyan dest pê bikin. Ji bo ku pêvajoyeke bi vî rengî destpê bibe, divê partî û alîyên netewî û Kurdistanî di nava xwe hevkarî û tifaqeke berhemdar, xurt û bikaribe rolekê bilihîze bihûnin. Sekinek û sîyaseteke Kurdistanî tunebe, dê li ser maseyê her dîsa çareserî di ‘’mafê hemwelatîbûnê’’ de , di sîyaseta ‘’demokratîk cûmhûrîyet, neteweke demokratîk û parastina welatê hevbeş’’ de dê bê fetisandin.18.05.2017Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê