Kurdistan û Fransa xebatên pêkanîna hikûmeta nû dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 03.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bruno Aubert Balyozê Fransayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku, Dominique Mas Konsulê giştiyê Fransay li Herêma Kurdistanê amade bû, Balyozê Fransayê serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Îraqê, li Îraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî, pîroz kir û behsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqa Federal kir.Balyozê Fransayê bi giringî zanî ku aliyên kurdistanî bi yekgirtî digel Bexdayê danûstandina bikin û bi awyekî aktîv rol di beşdariya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hebe. Wî, di axaftina xwe de, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên ji bona çareserkirina prêsgirêkên navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî sipasiya rol û piştevaniya Fransa û serokê Fransayê ya ji bo pêşxistina têkeliyên Frans digel Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser pirosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku ji encama wê diyalogê beşek ji pirêsgirêkên navbera her du aliyan hatine çareser kirin û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina tev arîşeyan bi Îraqê re bedewam be.Serokwezîr diyar kir ku aliyên kurdistanî lêdixebitin ku bi yekdengî li Bexdayê beşdariyê di pirosesa siyaiya Îraqê de bikin û roleke aktîv di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hebe.