Kultur

Kurdistan rêzê li Firat Cewerî digre

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêr ya li ser Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çalakiyeke rewşenbîrî û hunerî da, ji ber 40 sal xebata wî ya li edebiyata Kurdî de, bi navê 40 sal nivîskarî, 40 pirtûk û 40 hejmarên ji kovara Nûdem çalakiyeke rêzgirtinê ji bo nivîskar Firat Cewerî encam dide.

Li bernameyê de hunermend û stranbêja Kurd Rojîn çend stranan pêşkêş dike û gotara Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî Hunerî ya Hewlêrê û gotara Wezareta Rewşenbîrî tê xwendin û belgefîlmek li ser jiyan û kar xebatên Firat Cewerî tê pêşandan û Hevpeyvînek digel Firat Cewerî ya li gel Ferhad Çomanî tê pêşandan û Xelata Pênûsa Zêrîn pêşkêşî Firat Cewerî tê kirin.

Bername roja sêşem 03.03.2020 demjimêr 16:00 li Best In Erbil Hotel birêvediçe.

Back to top button