Dosya

Kurdistan pêşwaziyê li banga Elî Sîstanî dike

Serokatiya Siyasiya Kurdistan-Îraq ku nûneratiya piraniya partiyên kurdistanî dike, pêşwaziyê li banga merceiê bala Ayetulah Uzma seyd Elî Sîstanî ku, ji aliyê nûnerê merceiyetê ve birêz Ehmed Alsafî di dema pêşkeşkirina gotara înê ya 8ê miherma 1439ê koçî li hember 29.09.2017ê zaynî de hatibû ragehanidn, dike.Di demekê de ku, em pêşwaziyê li wê destpêşxeriyê dikin, hemû alî di van rojan de yada serkeftina presîpan bi ser şûr de ku xwe di şoreşa Hisênê kurê Elî de (silavên Xweda lê bin) dibîne, dikin.Ew bang ji bona parastina prensîpên me ku çavkaniya wan prensîpan parastina aşitî, asayîşa civakî û binbirkirina şidet û gefan e, pêngaveke giring e.Însyatîva Semaheta Mercea Bala ji bo destpêkirina diyalogê bi timamî digel dîtinên me hevdigir e ku, ew jî danûdtandin ji bo çareserkirina mijar û pirsgirêkên hilawîstiyên anvbera Hewlêr û Bexdayê, rêya êkane ye.Me bawerî bi wê yekê heye ku danûstandinên berdewam mekanîzma serekeye ji bo dirustkirina biratiyê, têkeliyên erênî û biberhemanîna encamên baş. Herwesa danûstandin dibine hokarê nemana diyardeyên riq û kîn û regezperistiyê ku ew hemû encamên tevlîheviya di realîteya nuha ya siyasî û jiyana civakê li Îraqê heye ne.Em radigehînin ku, li gor banga birêz Merceiyê, ji bona destpêkirina danûstandinên cidî digel Îraqê, em amadene.Serokatiya Siyasiya Kurdista-Îraq01.10.2017

Back to top button