Polîtîk

Pêngava piştî referandumê

Li Selaheddîn Serkirdayetiya Siyasiya Kurdistana – Iraqê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî û amadebûna birêz Kosret Resûl Elî civiya.Li civînê de piştî nirxandina pêşhatên siyasiyên dawî û her wiha raguhertina di derbarê karvedanên civaka navdewletî û rêkar û karvedanên Bexda li beranber dengê aştiyaneya gelê Kurdistanê û referandûmê û çawayiya muamelekirina li gel karvedan û pêşbînîkirina helwest û hengavên paşarojê, amadebûyên civînê gihîştin van encam û biryarên xwarê:Yekem: Civînê de spasî hemû hemwelatiyên Kurdistanê û pêkhatên neteweyî û olî û aliyên siyasiyan kirin ku bi yekrêzî û hevdengî û bi awayeke aştiyane û medenî beşdariya proseya referandûmê kirin û pîrozbahiya vê serkeftina dîrokî li gelê Kurdistanê kirin.Dûyem: Civînê de spasî erk û keda Encûmena Bilinda Referandûmê kirin ku piştî raperandina proseya referandûmê dawî bi erkên xwe anî.Sêyem: Civînê de tekez li ser berdewamiya zimanê hevdîtina li gel Bexda û helwest û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê ya Iraq û cîranan dike û pêşwaziyê li bangewaziya Ayetullah Seyîd Sîstanî ya li ser pêkanîna diyalogê dike û bi awayeke fermî jî bersîva wê bangewaziya Ayetullah Seyîd Sîstanî dide.Çarem: Civînê de tekez li ser parastina aramiya Herêma Kurdistanê dike û her cûre gef û sepandina sizaya bi kom li ser xelkê Kurdistanê red dike û palpiştiya xwe jî ji bo bersîva Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beranber biryar û rêwşuwênên bi lez yên Bexda li dijî xelkê Kurdistanê dûpat kir.Pêncem: Civînê de civaka navdewletî ji wê yekê piştrast dike ku referandûm û dengê aştiyaneya gelê Kurdistanê bi tu awayekî gef li ser aramî û aştiya navçeyê dirust nekiriye û daxwaza serekiya gelê Kurdistanê aştî û pêkvejiyane û daxwaz kir civaka navdewletî rêz li îrade û dengê aştiya gelê Kurdistanê bigre.Şeşem: Civînê de ji bilî derbirîna destxweşî û pêzanînên ji bo rola dezgehên ragihandinê ku rolekî baş li proseya referandûmê da hebûye, tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rola ragihandina navxweyî li xizmeta berjewendiya neteweyî û niştîmanî da bê û amadebûyên civînê li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste li çarçêweya yasa de sînorek ji bo wan hewlan bê dayîn ku berev dijayetîkirina mafê gel û berpakirina şerê derûnî û binpêkirina serkeftina gelê Kurdistanê de kar dikin.Heftem: Civînê de yekrêzî û yek gotariya hêz û aliyên siyasiyan bi kilîla parastina serkeftinên gelê Kurdistanê zanîn û tekez jî li rewayetiya biryara gelê Kurdistanê û parêzgeriya wan biryar û destkeftan kirin. Civînê de dûpat kirin ku gelê Kurdistanê xweragirane sûre li ser diyalogê, bi piştbestina bi mekanîzma aştiyane û hîç gef û guvaşek li biryara 25ê 9ê 2017 paşvegeriyê nake.Serkirdayetiya Siyasiya Kurdistana – Iraqê01.10.2017

Back to top button