Nivîsar

Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin

Rojnemavanê tirk Cemal Uşşak di nivîseke xwe de ku, di malperê Café Siyaset de weşandiye, behsa rastiya hebûna herêma Kurdistanê dike û dinivîse:

– Berî her tiştî ez dixazim bêjim ku hikûmeta herêma Kurdistanê herêmeke û ji aliyê Tirkiyeyê ve bi fermî hatiye nas kirin û di çarçoveyê destûra Îraqê jî de cih girtiye. Ji %17ê budceya Îraqê bo herêma Kurdistanê ye. Serokê wê Mesûd Barzanî ye û serokwezîrê wê jî Berhem Salih e. Van her du kesan bi awayekî fermî serdana Tirkiyeyê kiriye. Serokwezîr û wezîrên me jî serdana wê herêmê kiriye. Paytexta wê herêmê Hewlêr e û konseolxaneya me li wê derê heye.

Rojnamevan dinivîse ku wî li ser vexwandian Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û sporê yê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana herêma Kurdistanê kiriye û berdewam dike:

– Min sala 2008ê jî serdana vê herêmê kir, lê di serdana vê carê de, miqayese digel serdana sala 2008ê, hêviya xelkê wê deverê bi Tirkiyeyê gelek bilindtir bûye. Gotinên ji aliyê hindek hizib û gûpên tirkî ve li dijî wê herêmê tê kirin, bê guman, xelkê wê deverê diligiran dikin. Lê xelkê wê herêmê bi wî awayî li Tirkiyeyê nanêrin.

Cemal Uşşak di berdewamiya nivîsa xwe de rastiya Îraqê berçav dike û dinivîse ku Îraq li ser sê herêman hatiye dabeş kirin; herêma Kurdistanê, herêma Şîye û herêma Sunne û her ji nuha li Bexdayê sînorên taxê Kazimya şîyîyan û taxê Azemieya sunenyan hatine diyar kirin.

Li dor peywendiyên abûrî di navbera Enqere û Hewlêrê jî de dinivîse:

– Peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên di ware abûrî de gihiştîne astekê gelek bilind û ev têkeliyên abûrî di hemû waran da rengdaye.


Rojevakurd

 

Back to top button