Fransa pêşnûmeya ermeniyan pejirand û Tirkiyeyê jî gef kirin
Duhî pêşnûmeya kesên ku komkujiya ermeniya înkar bike wê bên cezakirin, li parlamentoya Fransayê bi piraniya dengan hat pejirandin.
Pêşnûmeya ku di parlamentoya Fransayê de hatî gotûbêjkirin, ji aliyê serokwezîrê Fransayê Nicolas Sarkozy ve hatibû xwestin. Pêşnûmeya ji aliyê parlamentera partiya UMP ya deshilatdar Valerie Boyer ve hatî pêşkêşkirin, tê de tê gotin ku kesê ku komkûjiyê înkar bike wê bi cezayê salek girtin û 45 hezar euro bê cezakirin. Hemû partiyên siyasî piştgirî dan pêşnûmeyê û bi dengê piranî hat pejirandin.
Parlamentera partiya UMP Valerie Boyer mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku wekî bertekên li hemberî yasayê gefên Tirkiyê yên diplomatîk nayên pejirandin.
Ji bo pêşnûmeya di parlamentoyê de derbasbûyî bikeve pratîkê, pêwîste di Senatoyê de derbas bibe. Di Senatoyê de jî piranî di destê sosyalîstan de ye. Hilbijartinên Serokkomarê jî 22’ê sibata 2012’an tên kirin û wê herdu meclis jî bikevin betlaneyê. Ger yasa negihe heta wê dîrokê, wê bê betalkirin.
Li hember wê qanûnê, serokwezîrê Tirkiyeyê got ku qanûna kokkujiyê ya ku parlamentoya Fransayê pesind kirî “Dê birînan digel Fransayê veke û zehmete ew birîn tedawî bibin.”
Fransa jî dibêje ku Tirkiyeyê ev mesele gelek mezin kir û gefên Tirkiyeyê nayê qebûl kirin.
Serokwezîr Erdoga li dijî reftara Fransayê,sefîrê xwe ji Parîsê bang kir Enqereyê, seferên bo Fransayê rawestandin û alkariya leşkerî bi Fransayê re cemidand.
Weke tê zanîn di sala 1915ê de tirkan fermana qirkirina ermeniyan da û zêdetir ji milyoneke ermeniyan kuştin.