Nancy Ajram li Kurdistanê Konserekî dide

Dengbêj û hûnêrmanda naskirî ya Libnanî  Nancy  Ajram  ji bo pêkanîna konserekî gihişte Hewlêr. Ev cara yekêyê ku hûnêrmenda navdar tê Kurdistanê. Ahengekî li Aynkawa saz dike.
 
Dema Nancy  Ajram gihat Hewlêr li Otêla Rotana konferanseke rojnemevanî darxist  û behsa sedema serdana xwe ya Kurdistanê kir. Nancy  Ajram got: Ez gelek dilxweşim livir û dîtina hêjêkirên xwe gelek şad bûm û ez hêvî dikim agenga ku ez pêkbînim serkeftîbe û dilê xelkê be.

Berdewambûna axavtina xwe de Nancy  Ajram got: Gerek ji berî niha min ev serdana xwe bikira, lê dem û rewş li ber serdana min asteng bû. Piştî du mehên din ezê albûmek nû ji bo zarokan amade bikim.

Piştî pêkanîna ahenga xwe Ajram vedigerê Libnanê.

 

 
 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: