Kultur

Hûnêrmendê mezin Hesen Cizrawî hate bîranîn

Li Zaxo ji bo bîranîna dengbêj û hûnêrmendê naskirî yê muzika kurdî ya klasîk Hesen Cizrawî festîvalek hate sazkirin. Di festîvalê de gelek kes amade bûn û behsa hûnêr û dengê Hesen Cizrawî kirin.

Herweha ji bo jiyandina dengê vî denbêjê hêja û xebata ku ji bo folklora kurdî kirî baş ête zanîn, hersal bi mebesta bîranîna Hesen Cizrawî dê festîvalek bête amadekirin.

Wek tê zanîn Zaxo bajarekê ku gelek denbêj û hûnêrmend jê derketine û taybetî wek Cizîra Botan bingehek yê jiyandina foklora kurdî a gelêriye. Ji berê pêde pêwendiyek hûnerî û civakî di navbera Cizîrê û Zaxo de heye. Carekî di bernama televizyonekî de, ji kesekî ji baarê zaxo dipirsin:

– Gelo çima li Zaxo gelek dengbêj hene û piraniya xelkê dikare starana bêje?

Ew kes di bersiva xwe de dibêje: “ Bayê Cizîra Bota li ser me de tê“

 

Strana Ez Nexweşim

 

Back to top button