Nivîsar

“Failî Mechul“ tawanbar dewlet e

Li Tirkiye di qonaxêkî de gelek tiştên taybet çêbûne. Gelek caran behsa dewlet a kûr yan jî hêzên dewletê yê tarî hatiye kirin û tê kirin. Lê dema mirov baş bala xwe didê vê qonaxa taybet , dewlet bi xwe tevlî hemû dam û tezgehên xwe  bi awayekî bûye nehînî û dest karên qirêj û xirab kiriye.

Serokkomar Suleyman Demirel, serokwezîr Tansu Çîller û wezîrê navxwe Mehmet Agar tiştek nemaye nekirîn. Dewleta kûr û dewleta ku heyî ya Tirk, ka mirov çi navî lê bike ez nizanim, taybetî piştî mirina Ozal bûye yek. Hêdî kûrahiya dewletê yan jî dezgehên tarî ji derê îrada dewletê nemayê.

Ergenekon, JITEM, MIT û herweha ji serokkomar û serokwezîr hemi bi yek dengî bang dikiran û her tişta bûyî jî bi agahdarî û heta redeyekî bi fermana wan bûye.

Ji ber vê yekê gelek caran tê gotin ku, heta ew pêvajoya tarî  zelal nebê, dê gelek tişt neyên zanîn. Pirsa herî girîng di vê pêvajoyê de pirsa kuştina 17 hezar siyasetmedar, rewşenbîr, karsaz û xelkê kurde yên heta niha jî kujerên wan ne kifşin û te zanîn ku ew pê serûşûn çûne. Lê kujerê wan dewlet bi xwe ye û ji serokkomarê wê demê heta serokwezîr û wezîrê navxeye.

Kujerên wan berpirsên dewletê yên wê demêne. Dema Ak Partî hatî hat ser hukum heta niha kêmasî bê jî dest avêtiye hinek bûyerên girîng û muhasebeyek ya demekî dike. Pirsa Ergenekonê, doza bi nave balyozê û herweha guhertinêîn di nav leşkeran de çêbûyî.

Lê gelek bi hizir û bi hêdî dest tavêje pirsa “Failî Mechul“ kesên bê serûşûn ji aliyê dezgehên dewletê ve hatîn kuştin. Di vê derbarê de hinek gav hatin avêtin û êfada hinek kesan girtin. Ya herî girîn binçavkirina berpirsek bilind yê MIT-ê yê wê demê Mehmet Eymur bû. Herweha li ser axavtina wî êfada wezîrê navxwe yê wê demê Mehmet Agar jî hate girtin.

Agar vekirî dibêje“ me tu çewtiyek nekiriye her tişta me kirî raste“  lê dibêje, “  ihtimala hinek kêmasiyên me çêbûbin“.  Agar bi awayek din herkesekî tehdît dike û dibêje “ Eger ev dîwar hilweşê dê gelek kes di bin de bimînin“

Ya herî balkêş di vê pirsa girîng de helwesta BDP-ê ye. Gelo ji bo vê dozê çima dengê pêwist ji BDP-ê dernakeve? Çima ji bo van kuştiyên bê serûşûn şûyîn, di derbarê Çiller, Agar heta Demîrel de tu dozekî venakin. Herweha çima ew hesasiyeta di hinek bûyeran de nîşandidin di vê bûyerê de bi awayê pêwist nîşan nadin.

Belkî ev helwesta BDP-ê bi xwe dibe sedemek bingehîn ku, BDP nikare rojevê tayîn bike. Li gora çerçova rojeva ku tê tayîn kirin de siyasetê dike. Ev yek jî nahêle ku BDP bibe xwedî bandor di guhertina hinek tiştan de.

Ji aliyek din dewlet dijê PKK-ê operasyonên berfireh dike. Bi hezaran leşker û polisên taybet dijê PKK-ê di nav çelakiyek seranserde ye. Li bajaran di bin navê doza KCK-ê de operasyona dike bi hezaran kes binçav kirine. Gelek rojnemevanên kurd bi tohmeta endametiya KCK-ê hatin binçavkirin.

Pêwendiyên di navbera Ocalan û Qendîlê welê dixweyê ku hatiye sekinandin. Eve çend mehin daxuyaniyên ocalan yên hefteyî di rojevê de tuneye.  Tê îdia kirin ku ji aliyek ev operasyonên piralî berdewamin û ji aliyek din ve navbera dewletê û PKK-ê de hevdîtin çêdibin. Lê berpirsên PKK-ê dibêjin ku tu hevdîtin di nav wan û dewletê de tuneye.

Dixweyê ev yek bi xwe jî zemînê siyasetê ji bo BDP-ê zehmetir dike. Gelo ew dîwarê ku Agar dibêje hilweşê, ji aliyê PKK-ê û BDP-ê de jî hinek dimînin di bin de yan ne? Belkî jî di bersiva vê pirsê de her tişt veşartiye.

21.12.2011
Dara Bilek

Back to top button