Firotina petrolê bi dolar û nehatina budce û pereyên wê ji aliyê Iraqê ve, Herêma Kurdistnê neçar dike ku guhrtinekê di danûstandina pereyan de pêk bîne, endamekî Parlamentoya Kurdistanê jî tekez dike ku divê Herêma Kurdistanê pereyên xwe yan bi dolar yan jî bi diravên taybet bixwe biguhere.
Ji destpêka 2014’ê ve hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê neşandiye, ku tenê meaşê fermanberan mehane dike 850 milyar dînar, berdewamiya vê rewşê jî hevsengiya pereyan li Herêma Kurdistanê têk dide, ji ber ku Herêma Kurdistanê ji meha bê de neçar dibe ku pereyên firotina petrolê bikar bîne, ku ew pere bi dolar in û bi riya banekeke Tirkiyê bo Banka Navendî ya Kurdistanê dê bên şandin, ev jî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê meaşê fermanberên xwe herwiha pereyên weberhêneran jî bi dolar dide.
Di vê derbarê Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih ji BasNewsê re got: “Sê eger hene, yan hevahengiya guhertinê ligel banka navendî, yan danûstandin bi dolar û yan jî derxistina pereyên nû yên Kurdistanê, bo pereyên nû jî hikûmet dibêje ku ew dikare wiha bike.’‘
Hevdem Wekîlê Wezareta Darayî ya Iraqê, Fadil Nebî ji BasNewsê re tekez kir ku mîktarê pereyên Herêma Kurdistanê ji dînar geleke û tê arîşe jê re peyda nabe û got: “Eger hat û daxwaz bo dînar gelek be, wê demê nirxê dînar bilind dibe û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya banka navendî ya Silêmanî û Hewlêrê çareseriya kêmbûna dînar bike û derî li pêş kirîna dînar veke û ji wê de dirav biguhere.”
Ligel vê yekê, Rêveberê Liqa Hewlêrê ya Bank Navendî Edhem Kerîm ragehand ku pereyên Iraqî li Herêma Kurdistanê gelek in û ti arîşe bo kêmbûna wan pereyan çênabe û got: “Ji bilî ku pere li derveyî bankan gelek in, di nava bankan de jî pereyên Iraqî hene û ti arîşeyek derbarê dirav de li Herêma Kurdistanê nîne û ji ber firotina petrolê bi dolar jî, pêşbîniya derketina wê arîşeyê nayê kirin.”
Herwiha parlamentera Kurd li komîteya darayî ya Parlamentoya Iraqê, Necîbe Necîb jî wiha axifî: “Di rewşeke wiha de Herêma Kurdistanê dikare pereyên weberhêner û şirketan bi dolar bide, bo meaşê fermanberan jî dikare dolar bike dînar. Dergehên Iraqê di rûyê Herêm de vekirî ne, di rewşekê de eger bihayê dolar çiqas be Herêma Kurdistanê dikare bi wî nirxî dînar bidest bikeve, ji ber ku nayê bawerkirin ku Herêma Kurdistanê di qonaxa niha de nikaribe dînar bidest bixe, lê piştî sala 2014’an rêjeya firotina petrolê zêde dibe û rewşa wê demê dê biryarên din bide.”
Parlamentera Kurd li Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragehand ku erke li ser Herêma Kurdistanê ku mehane 580 milyar dînar wek meaş bide fermanberan.
Hêmin Salih/Bas