Polîtîk

Hikûmet li ser kirîza benzînê civiya û çend biryarên giring dan

Civata Neft û Gazê ya herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê îro 19ê hizîrana 2014ê, dibin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma civiya û hijmareke biryarên giring di warê çareserkirirna pirsgirêka sotemeniyê li herêma Kurdistanê derkirin.

Di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku, kirîza sotemeniyê li tevaya Îraqê heye û herêma Kurdistanê jî ketiye jêr tesîra wê rewşa xerapa Îraqê û daxwazî li ser sotemeniyê û bi taybetî daxwazî li ser benzînê li bajarên derveyî herêma Kurdistanê zêde bûye. Bi taybetî ji sedema jikarkeftina rafeneriya Bêcî daxwazî li ser benzînê zêde bûye û ev kirîz jê peyda bûye. Rafîneriyên herêma Kurdistanê ew îmkan nîn in vê daxwaza li ser benzînê heye bi cî bîne. Û ji sedema rewşa emnî û leşkerî beşek nezin ji sotemeniyê bi taybetî benzîn bo hêzên pêşmerge diçe çeperên bergiriyê ji tixûbên deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

Di civînê de ev biryar hatin dan:

Yekem:  Vekirina deriyên herêma Kurdistanê ji bo anîna benzînê bi rêya sektora taybet bi awayekî ticarî û ji ber du sedeman ew benzîn li jêr çavnêriya wezareta samanên xwezayî bê firotin; yekem ji bona kontrolkirina kalîteyê banzînê û duyem jî ji bona kontrolkirina qîmeta wê.

Duyem: Organîzekirina dabeşkirina wê benzîna li rafîneriyên herêma Kurdistanê tê berhem anîn bi awayekî ku, bi baştirîn awayî bê dabeş kirin û li gor pêwîstî û îmkanên rafîneriyên herêma Kurdistanê benzînê bo otomobîlên hevwelatiyan bê dabîn kirin. Ji bo vê mebestê jî dê kar bi sîstema dabeşkirina benzînê bi kopon ku her otomobîlek nisbeke diyarkirî ji benzînê werbigir e û otomobîl jî li ser jimareyên cut û kit bên dabesş kirin, ango rojek  otomobîlên bi jimare cut û roja din ji bo yên bi jimare kit dibe. Herwesa divê her du wezaretên samanên xwezayî û darayî û aborî koponekê çap bikin ku, bi tu awayî nehêt saxte kirin.

Sêyem: Miamileke taybet digel taksî, otubus û ew otomobîlên li xetên giştî navbera bajêran de kar dikin bê kirin û benzînxaneyên taybet bo wan bên diyar kirin û hem jî nisbeke zêdetir a benzînê bi wan bidin, bi şertê ku, rêvebiriyên çavdêrîkirina bazirganiyê û wezareta navxwe kontrola buhayê guhastina hevwelatiyan bikin û ev taybetmendî buhayê seferkirina navbera bajaran bilind neke.

Çarem: Gişt wezaret bên agadar kirin ku, bikaranîna otomobîlên hikûmetî organîze bikin û hewil bidin li gor pêwîste be nisbetek kêm a sotemeniyê bikar bîn in.

Di civînê de daxwaz ji wan hevwelatiyên rewşa wan a êkonomî beş e hat kirin ku, heta ev qonax timam dibe û ev kirîz bi yek carî çareser dibe, weke beşdariyek di çareserkirina vê kirîzê de, benzîna ticarî bikir in û bikar bin in, bi vê yekê dê ji bo hevwelatiyên kêmderamet û hejar rê xweş be ku, sud ji benzînxaneyên hikûmetî û sîstena koponan werbigirin.

Di civînê de behsa pirsa benzîna balefiran jî hat kirin û wezîrê samanên xwezayî tekîd li ser wê yekê kir ku, ev pirs bi awayekî timam hatiye çareser kirin û niha li balefirxaneyên herêma Kurdistanê bi tu awayî tu pirsgirêkên benzînê nîn in û benzîna pêwîst li balefirxaneyên herêma Kurdistanê heye û di vî warî de pirsgirên tu ne.

Back to top button