Kurdên Kerkûkê xaniyên xwe difroşin Ereb û Turkmen jî dikirin
Cihgirê serokê encûmena parêzgeha kerkûkê Rêbiwar Talebanî di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku Ereb û Turkman ji meha gulana derbasbûyî ve mal û milkên kurdan dikirin.
Rêbiwar Talebanî got, ku kurd jî diçin li derveyî bajêr û li cihên bê tapo û qedexe û ne di nava nexşeya hukûmetê de, mal û milkan dikirin û xanîyan ji xwe re ava dikin û ev xeterek mezin e.
Rêbiwar Talebanî got: “ Ewên ku mal û milkên xwe difiroşin bêtir aware ne. Ew dibêjin ku hukûmetê mafên wan xwariye û ji ber vê yekê dest bi firoştina mal û milkên xwe dikin. Belê ew ji ber tirsa terorîstan jî weha dikin.
Di vê bêjedana xwe de Rêbiwar Talebanî da nîşandan, ku ev kurdên han ji ber kar û kirdarên terorîstan, nikarin li nava taxên Ereban û Turkmanan bijîn, ji ber ku kes wan naparêze.