Serokê Kurdistanê salvegera rojnameya Evro pîroz kir

       

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rêzdar Xwedî Îmtiyaz û Sernivîskar
Rojnamevan û Karmendên Rojnameya Evro!

Silav û rêz

Ji bo heftehemîn salvegera derketina yekem hejmara rojnameya we bi germî pîroz dikim û hêvîdarim her dem ji bo baştir cîh bi cîh kirina erkên li ser şana we li pêşketin û berev pêşveçûnên zêdetir da bin û bi berdewamî jî cihê hêjayiya xwe li nav ragihandina Kurdistanê da biparêzin û wê erka pîroza ku ketiye li ser şana pîşeyî û rastgoyane bigihînin xelkê Kurdistanê û bi xemxwariyê jî ronahî bixin li ser daxwazên rewayan û bi mebesta cîh bi cîh kirinê bixin ber aliyê berpirsan.

Rojnameya Evro geşkirineke diyar bi xwe ve dîtiye û li nav ragihandina Kurdistanê jî da hêzekî taybet ji bo xwe peyda kiriye û çûye qonaxekî nû. Ji bo wê yekê pêwîste îro zêdetir xemxorê qedandina wê peyama derxistinê bin.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û her serkeftî bin ji bo xizmet kirina Kurd û Kurdistan.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29/07/2010

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: