Kurdayetiya xwe çawa ji dest didin?

Du cûre Kurd hene, yek ji wan cûreyan wiha hizir dike ku dîn û ola wî û ola dagîrkerê tirk wekhevin, ji ber wê wiha hizir dike ku dagîrkerê tirk tevlî wî nabe. Ji ber ku misilmantiya xwe dixe pêş Kurdayetiya xwe û mirovayetiya xwe, ji ber wê jî misilmaniya xwe girîngtir dibîne.

Wiha hizir dike ku wê bi vî awayî bikeve çavê tirkê dagîrker û girîngîdana bi misilmantiya xwe wê ji ziyan û zordestiya wan rizgar bike.

Lê belê serê sibehî li Kurdistanê dema polîs û leşkerên tirkên dagîrker dikevin nava Kurdên misilman wekî (misqalê zerrê) jî li hemberî misilmanên Kurd dilovanî û merhemetê nîşan nadin û hemûyan pêkve wekî tebayên dirinde êrîşî wan dikin.

Dema dagîrkerên polîs û leşkerên tirk êrîşî ser gund û malên Kurdan dikin û dema taxên wan dorpêç dikin û wan dibin îşkencexaneyên xwe bêyî dilovanî û merhemeta mirovahiyê tevdigerin û bi awayeke bê xwedayî tevdigerin û misilmanên Kurd bi xweşiyê de dikûjin. Her wiha bêyî ku wicdana wan bilerize zarokên Kurdan dişewitînin û didin ber gulleyan. Wekî ku li Nisêbînê, Dêrsimê, Licê, Sûr, Warto, Cizîrê, Ferqînê, Şirnexê, Dihê, Sêrtê û gelek gund û bajarên Kurdistanê ku bi hezaran Kurdan bi awayeke dirindane kûştin.

Wê demê ew Kurdên ku dibînin wekheviya ola wan ola dagîrkerên tirk kêrî tiştek nayê, lê êdî her tişt dereng dibe. Ji ber vê xeletiya xwe her tiştê xwe yên maddî û manewî wenda dikin, Kurdayetiya xwe wenda dikin, misilmantiya xwe wenda dikin û ji ber wê zulma dirindaneya ku li wan hatiye kirin êdî mirovayetiya xwe jî wenda dikin.

Ji ber wê yekê jî baweriya xwe tu carî bi tirkên dagîrker neynin, bi tenê yek armanca wan heye û ew jî bi yekcarî qirkirina Kurdan û destdanîna ser welatê wan ku Kurdistane. Dixwazin heta hetayê Kurdistanê bikin mal û mulkê xwe. Ji ber wê yekê jî pêwîste Kurd gelek bi hişyariyê ve û gelek bi zanistî ve nêzîkî wan bibin.

Lawikê Badikî

29.04.2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: