Nivîsar

Kurda li hev nekir, di heftiyekê de çar xwepêşandan

Kurdên Swêdê di yek heftiyê de çar xwepêşandan li dijî Îran û Tirkiyeyê li bajarê Stokholma paytexta Swêdê kirin.

– Roja şemiyê 27.08.2011ê,  PKKê û rêxistin û komelyên derdûra wê xwepêşnadanek li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser PKKê û PJAKê saz kir. Hijmareke kurdan yên ser bi PKKê ve beşdartî tê de kir û herwesa nûnerên partiyên swêdî jî gotarên xwe pêşkeş kirin.

– Roja 01.09-2011ê rojnamevan Kurdo Baksî, kurdekî bakurê Kurdistanê ye, bi destpêşxeriyeke şexsî xwepêşandanek li meydana beramber parlamentoya Swêdê amade kir û nêzîk 20-30 kes tê de beşdar bûn. Di vê xwepêşandanên de mediya kurdî û swêdî bi awayekî ber bi çav diyar bû û ji bilî hindek parlamentrên swêdî, serokê partiya Çep  a swêdî jî gotarek pêşkeşî kir.

– Roja şemiyê 03.09.2011ê rêxistin û komeleyên derdûra Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi beşdariya hijmareke kêm ya kurdan xwepêşandanek encam de, di wê xwepêşandanê jî de parlamenter û nûnerên partiyên swêdî amade bûn û gotarên xwe pêşkeş kirin.

– Duhî roja 04.09.2011ê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê û Înisyatîva Kurdên Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîye li Swêdê û  Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, li meydana serekî ya navenda bajarê Stokholmê xwepêşandanek li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê saz kir. Di vê xwepêşandanê de nêzîkî 300 kesî amade bûn. Her wekî xwepêşandanên berê, parlamenter û nûnerên partiyên swêdî amade bûn û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Werin li vê ecêba xwedê binêrin! Kurdên Swêdê ji bona amadekirina xwepêşandanekê li dijî Îranê û Tirkiyeyê li hev nekir.
Em bêjin armanca PKKê diyare, ew naxwaze di bin alaya rengîna Kurdistanê de derkeve xwepêşandanê, PKK alayê xwe yê taybet û wêneyê serokê xwe Ebdula Ocelan di her meşekê de feriz dike û jiber hindê ew bi serê xwe xwepêşandan û newrozê dikin. Nuha li nav kurda wisa tê gotin PKK û kurd. Xwepêşandana PKKê yan ya kurdan e, Newroza PKKê yan ya kurdan e.

Lê em vê care tê nagihin çima YNK û rojnamevan Kurdo Baksî bi serê xwe xwepêşandan kir û li gel Federasyona kurdan li hev nekir? Belkî ev tê wê manayê ku Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê zeyîf bûye û êdî nikare temsîala rêxistin û komeleyên kurdî bike yan jî nekariye wan razî bike ku bi hevre çalakieyeke mişterek bikin.

Em kurd derdê xwe dizanin, lê gelo nuha aliyên swêdî ji bo me çi dibêjin. Di heftiyekê de çar xwepêşandan ji bo yek hedef û eynî gotar di her çar xwepêşandnan de hatin çarbare kirin.

Başe eger em kurd nikarin li ser amadekirina xwepêşandanekê li dijê Îran û Tirkiyeyê li hev bikin.
Em dê çewa li ser federaaliyê, li ser xweseriya demokratîk, li ser otonomî, li ser mafê çarenivîs, li ser kongreya netewî û…. Li hev bikin?

Back to top button