Polîtîk

Osman: Kurdan li Bexdayê pirsgirêkên xwe ji bîr kirine

Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîkayê  rexne li berpirsên kurd yên li Bexdayê girt û got ku hevahengî di navbera berprisên kurd yên li parlamento û hikûmeta Îraqê de dixebitin, nîne.

Osman got ku nuha Lîsteya Îraqie bi serokatiya Eyad Elawî û lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî bi serokatiya Nuîr Malkî hewil didin destûra bingehîn ya Îraqê biguheri ku madeya 140 jî dinav deye, û kurd li Bexdayî li hember wan bêdeng in.

Osman ji Radiyoya Dengê Amerîkayê beşsa kurdî re got: ”Ka kutleya kurdî li kû ye? Kes bi kesî re naşêwire daku bizanin çi helwest deynin.”
Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê got jî ku berpirsên kurd li Bexdayê di yeke avahî de dijîn, ”lê bi hev re na civin ku bikarin li hember wan reftarên lîsteyên din yek helwest nîşan bidin.”

Osman got:
– Bi a min baştire aliyên kurdî giringiyê bi pirsên xwe bidin ji wê ku serê xwe bi pirsgirêkên aliyên din yên îraqî ve biêşînin. Ya ku ez dibînim, me pirsên xwe jibîr kirine û ketine jêr kêşeyên din.

Back to top button