Hevpeyvîn

Beşar: Ji sedî 50 ji kurdên Sûriyê ligel partiya me ne

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar, di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de radigihîne ku ew bi 3 şertan amade ne hevkariyê ligel opozisyonê bikin. Ebdulhekîm Beşar herwiha dibeje ew çalakiyên ku vêga li bajarên Rojavayê Kurdistanê tên kirin, ne xwepêşandan in ku partiyan bangewaziya wan kiribin, ji ber ku ew dikarin dehan hezar kes bînin ser kolanê:

 
Rûdaw: Piştî tundbûna daxuyaniyên serkirdeyên Rojavayî û daxwazkirina wan ji Beşar Esad ku îstîfa bike, hûn pêşeroja xwepêşandanan û rêjîma Sûriyê çawa dibînin?
 
Ebdulhekîm Beşar: Rêjîma Sûriyê bi daxuyanî û gotinan naçe, bi gotinên Ewropa û Rojava jî naçe, ji ber ku biryara xwe daye. Zextên navdewletî û dorpêçkirin pirsgirêkan jê re dirust dikin, lê wê narûxînin. Li Îraqê jî me dît dorpêça 23 salî nekarî rêjîma Saddam birûxîne, heya ku bi hêz êrîş li ser nehat kirin. Rewşa Sûriyê zêde aloz e, dibe ku ev daxuyanî xwepêşandanan gurr bikin, lê meselê yekalî nakin.
 
Rûdaw: Du heftiyên borî xwepêşandan kêm bûn, ew daxuyaniyên serkirdeyên Rojava xwepêşandanan zêdetir nakin?
 
Beşar: Belê zêdetir dibin, lê belê rêjîm jî zêdetir xwepêşanderan dikuje. Êdî ne rêjîm dev ji kuştinê berdide û ne jî şoreş vedigere paş. Ne gel vedigere paş 15ê Adarê û ne rêjîm jî Sûriyeke berî 15ê Adarê dibîne. Lê bizava siyasî li Sûriyê bê bername ye û ne hevgirtî ye, ew civînên ku li derve jî ji aliyê kesayetî û hinek aliyên opozisyona Sûriyê tên kirin, zêdetir medyatîk in û hîç bandorekê li ser erdê dirust nakin.
 
Rûdaw: Rêjîma Esad li Sûriyê xilas bûye, yan demeke dirêj dikare li ber xwe bide?
 
Beşar: Demeke dirêj bergiriyê dike. Dibe ku yek ji van du tiştan biqewimin, yekem: şerekî navxweyî li Sûriyê dirust bibe. Dûyem: Dibe ku şerekî navçeyî li navçeyê dirust bibe, ji ber ku Îran û Hîzbûllah berevaniya rêjîma Sûriyê dikin. Sûriyê ne dewleteke bi tenê ye, lê beşeke ji sazûmanekê ku ji Îran, Hîzbûllah û Hamasê pêk hatiye. Hêjî ew bi tevahî di şer de derneketine, guherandina rêjîma Sûriyê, guherîneke mezin li deverê li pey xwe tîne.
 
Rûdaw: Hûn bêdengiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên Sûriyê çawa şîrove dikin?
 
Beşar: Em wisa dibînin pêgeha erdnîgarî ya Sûriyê pir nazik e, dibe ku her maytêkirinek bibe hoyê dirustbûna şerekî navçeyî. Em weke Kurd, pêwîst nake bikevin ti helwestekê, heya ku ronî nebe berê van bûyeran berbi kuderê diçe. Gava ronî bû rêjîma niha ya Sûriyê bi tevahî dirûxe û çi rêjîmek dikeve dewsa wê, wê demê divê em bernameya karê xwe bilivînin. Ji ber rêjîmeke totalîter ku Îxwan Musilmîn (Birayên Misilman) pêşrewtiya wê bike, ne cihê piştîvanîkirinê ye. Opozisyona Sûriyê heya vêga li ti mafekî Kurdan mikur nayê, dibêjin piştî guherandina rêjîmê qala mafên Kurdan dikin. Lê em naxwazin tecrûbeya şehîd Qasimlo û rêjîma Xumeynî, yan tecrûbeya Kurdan ligel rêjîma Ataturk dubare bikin. Heya ku opozisyona Sûriyê hebûn û mafên Kurdan li ser xaka xwe, di çarçoveya Sûriyê de, nas neke, em nizanin pêşeroja Sûriyê berbi kuderê diçe. Eger ew mikur bên, wê demê em hemû diherikin ser caddeyan ji bo guherînê. Heya ku ev pêk neyê em xwe naxin nava şerekî de ku em nizanin berbi kuderê diçe.
 
Rûdaw: Hûn weke Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê beşdar in di xwepêşandanên ku li navçeyên kurdî tên kirin yan na?
 
Beşar: Em weke partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê, me biryareke siyasî da ku xwîn di navbera me û rêjîmê de nerije. Me rê da ciwanan ku herin ser kolanan û daxwaza azadî û demokrasî û mafên Kurdan bikin. Vêca me biryar da ku em dest bi sazkirina semîneran bikin, vêga jî em li ser vêya berdewam in.
 
Rûdaw: Hûn wisa nabînin ku derneketina we veqetînekê di navbera partiyên kurdî û ciwanan de dirust dike?
 
Beşar: Na. Bajarekî mîna Qamişlo ku 400 hezar Kurd lê dijîn, em dikarin 50 hezar kesan derxin ser caddeyan, derketina 200-300 kesan bo xwepêşandanekê ne derketine. Gelê Kurd ligel bizava siyasî ye. Weke mînak ji sedî 50 ji gelê Kurd li Sûriyê ligel partiya me ye, yên din jî ligel partî û rêxistinên din e. Eger em biryar bidin, em dikarin hezarên kesan bînin ser cadeyan.
 
Rûdaw: Serokê Partiya Wîfaqa Kurd li Sûriyê, Fewzî Şingalî, di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got ‘eger em weke gelê Kurd û partiyên kurdî bixwazin, em dikarin di hundirê 24 saetan de Rojavayê Kurdistanê rizgar bikin, ji ber Artêşa Sûriyê vêga lê nemaye’. Gelo hûn dikarin vê yekê bikin?
 
Beşar: Na, ne wisa ye. Ew agahî şaş in, vêga jî artêş û sîxurî û çekên giran ên dewletê li navçeyên kurdî hene. Îcar eger me karî rizgar jî bikin, çawa dikarin li jêr bombebarana top û firokeyên Sûriyê gelê xwe biparêzin. Muxamere bi Kurd û doza kurd nayê kirin. Çekdarên me jî hebûn, me bi camêrî şer kir bo cihên din, lê belê siyaseteke me ya rast nebû, me sûd wernegirt. Niha jî pêwîst nake em muxamere bi jiyana gelê xwe bikin.
 
Rûdaw: Hûn weke Civata Siyasî ya Partiyên Kurdî yên Sûriyê, ku ji 11 partiyan pêk hatine, niyeta we ya çi gavekê heye ji bo formulekirina daxwazên gelê Kurd li Sûriyê, ku opozisyonê neçar bikin berî rûxandina rêjîma Esad îmze bike?
 
Beşar: Em niha amadekariyên kongreyeke neteweyî ya kurdî li Sûriyê dikin, dibe ku di hundirê van herdu heftiyan de li dar bixin. Partî, ciwan, jin û kesayetiyên rewşenbîrî tê de beşdar dibin, daku em nexşeya rêya bê ya siyaseta xwe danin. Em weke partiyên kurd li Sûriyê, sê bingeh û şertên me hene ji bo hevkarîkirinê ligel opozisyona sûrî: navê Komara Erebî ya Sûriyê bibe Komara Sûriyê; bi nivîskî qebûl bikin ku di destûrê bê de mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyê de bên naskiri; welatê Sûriyê ne beşek e ji Welatê Erebî. Em zêde pêdagiriyê dikin ku ev hersê xal bên qebûlkirin.
 
Rûdaw: Gelo hûn û opozisyona Sûriyê ti pêwendiyê bi hevdu re dikin?
 
Beşar: Em weke partî endamê Danezana Şamê ne, ligel çend partî û kesayetiyên opozisyonê yên din. Me ev daxwazên xwe dane wan jî, Danezana Şamê jî kongre li dar dixe û gotûbêjan li ser van hersê xalan jî dikin û bawer dikim wan qebûl dikin. Danezana Şamê ne wek aliyên din yên opozisyonê ye, xwedî rol û kartêkirin e li ser erdê.
 
Rûdaw: Tevî ku nûnerên partiyên kurdî ji kongreya Antalyayê vekişiyan, lê Selah Bedredîn û çend Kurdên din venekişiyan. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
 
Beşar: Kongreyên ku li derve tên girêdan bêtir tiştên medyatîk in û li Sûriyê cihê xwe nagirin. Eger aliyên serekî yên opozisyonê li hev nekin, hinek rewşenbîr û ciwan nikarin bi wan kongreyên li derve tiştekî bibandor li ser xakê li Sûriyê bikin. Eger ne wiha ye, kanî bandor û karê piştî kongreyên Stenbolê û Antalyayê?       
 
3 daxwazên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ji opozisyonê:
 
–         Navê Sûriyê bike Komara Sûriyê
–         Bi nivîskî li mafên Kurdan mikur bên
–         Qebûl bikin ku Sûriyê ne beşek ji Welatê Erebî ye

Back to top button