Civak

Ji bo zarokên Kurdistanê aşitî

Kurdistan welateke bê nav û nişan e li ser cografîya yê cîhanê ku rojên wê ji kambaxiyê derbasî kambaxiyeke din dibin. Ruxmê jan û birînên ser bedena wê ku her carî ji çar alî ve tê xaç kirin, lê ew bejina xwe netewandiye.

Ne ew salên ku şer, daristanê beruyên wê şewitand, ne jî ew çaxên kû çinarên wê bûn sêdare ji bo gelê xwe, û her wiha ne ew rojên ku xelkên wê neçar hêştin, jan û azadiyê bi zimanek ji bilî zimanê daykê binevîse.Lê Kurdistan dizanîbû ku kurdistan bi her zimanî kurdistan e û bejna xwe netewand. Lê rojek hat kû ew bejna xwe tewand dema ew Helebce û zarokên wê dît, zarokên ku şevekî razan û hew çavên xwe vekirin.

Îro jî Kurdistan bejna xwe tewandiye, lê ne ji bo bihîstina dengê bombe û gulleyan ku ji asmanê dibarin û ne ji bo dîtina êş û janên xelkên ku ji bilî mafên sereke, tiştekî naxwazin, îro kurdistan bejna xwe tewandiye da zarokên parçeparçe bûyî li Qendîlê û hêviyên ku nehatine ziman û çilmisîne, bibîne.

Zarokên ku kenê wan, baskên kevoka aştîyê ne ji bo kurdistanê. Ne ji bo parastina partî an jî rêkxistinekî, ne jî ji bo dayik û bavên çav li rê di wan rojan de û ne ji bo gencên ku ji temenê zarokatî şûn ve, loriya şevên wan dengê gulle bûye û girî û qîrîna dayikên ku, mayin zarokên wan ji wan girtîye ; lê belê tenê ji bo zarokên Kurdistanê kû bûne qurbaniyên şer û ji bo careke din bihîstina dengê wan zarokan, ku pêşeroja aştîyê ne li welatekê ku bi salan tenahî bi xwe ve nedîtiye.

Em ji we dixwazin alîkariya wan zarokan bikin. Ji bo parastin wan û ji bo dijberatiya bi şer re ku keyîfxweşî ji dilê wan revandîye û tirs û alozî kirîye diyarî, dengê zarokên Kurdistanê bin, bi rêka sitranekî, parçeyekî, sazekî, pîtekî, helbestekê, dîmenekê hêvî ji bo zarokên me vegerînin û bi wî awayî xweşî di dilê wan d, ken li ser lêvên wan bibîn in. 

Pêwîst e em îro ji bo zarokan û hevîyên wan yên rengîn bikevin tevgerê da ku zarokên me, zarokên Qendîlê û zarokên Kurdistanê bi tenê nemînin. Weke çawa zarokên Helebceyê tenê man û tevî mezlûmbûna wan, hemû rojên piştî 16`ê Adarê jî jîyana wan rewand in.

Em hêvî dikin bi alîkarî û piştgîrîya we bikaribin gavekê ji bo piştgîrî ji wan zarokan re, bavêjin, em herweha ji we dixwazin ku bang li hevalên xwe bikin ji bo alîkarî bi vê projeyê  re bikin.

Her wiha em sipasîya we dikin eger we ev yek pejirand, me jî agahdar bikin.

 

Çalakvanên Aşitî yên Kurdistanê

 

Back to top button