Cîhan
Li Stockolm Tirkiye û Îran hate şermezarkirin (WENE)
Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê û Înisyatîva Kurdên Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîye li Swêdê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, li meydana serekî ya navenda bajarê Stokholmê xwepêşandanek li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê saz kir. Di vê xwepêşandanê de nêzîkî 300 kesî amade bûn. Her wekî xwepêşandanên berê, parlamenter û nûnerên partiyên swêdî amade bûn û gotarên xwe pêşkeş kirin.
Wene: