Kurd û Tirk bûne wek miletekî

Ji Rojnama Radikala Tirkî Nazan Ozcan li gel hevseroka KCD û parlementera Wanê Aysel Tugluk hevpeyvînek kir. Tugluk nameya Ocalan ji bo rojnama Radikalê şirove dike.

Pirs:  We nameya Abdullah Ocalan çewe dît?

Tugluk: Ji bo min ne tiştek nû bû. Ji xwe Ocalan eve. Nêrînek Tirkiyetî. Name gelek bi  wijdan û ehlaqî hatiye nivîsandin.Tu daxwaziyek ku yekitiye welat biêşînê di nameye de tunebû.

Tugluk berdewamiya bersiva xwe de dibêje: Vî şerî em hemû westandin. Ji bo vê ez dibêjim xwezî me ya îro ji berî 10-20 salan kirîbûya.Di bingehê xwede deynek yê civatê yê lêborînê li me he. Divê em bêjin civatê;  me nekarî em aşitiyê pêkbînin, em doza lêborînê dikin.

Tugluk Dibêje: Di bingehê xwe de Kurd û Tirk welê tevlîhevbûna etnisitek nû pêkanîne.

Di berdewamiya hevpeyvîna xwe de Tugluk dibêje :  Eger îro li herêmê gurubên olî pêşneketibin û Tarîkat pêknehatibin, ev saya serê PKKê û Ocalan e. PKK demana Laikiyê ye.

Tugluk bi van gotina dide xuyakirin ku xwîna bi hezarên gencên Kurd ne ji bo tiştekî belê ji bo parastina sistema dewleta Tirk hatiye rijandin.

Tugluk bi vê daxuyaniyê rastiya xwe û PKKê jî û herweha tahrîbatên di nava civatê de çêbûyî jî dide xuyakirin.

Tenê tiştek ji Tugluk tê pirsîn: Başe eger ev şer ne ji bo Kurd û Kurdistanê bû. Li qadên hilbijartinan qir qira we çibû. Gelo tenê xapandina xelkjê Kurd ji bo yên wek te armanc bû?

 

Rojeva Kurd/N.F

 

Nêrînek

  1. Bi rastiyê jî ew siyasetmedara BDP Aysel Tugluk di nerîne xweda dibije; ''Kurd î Tirk wekî mileteke'' ew gotina we jî li goriyê nerîna min ji bo gele me û welate me Kurdistan'ê ra xiyaneteka mezine. Eger em wekî mîne we bejînî, em dikarinî bejîn Kurdên meyên rojhelata Kurdistan'ê Farisine, Kurdên meyên rojavayê Kurdistan'ê Erebên, ji xûdekî ji bo basûr em nikarinî tistekî bejînî, ji bo kî ew hereme Kurdistan'ê azade û hamû dûnyayê jî dizane ''ew dera Kurdistan'ê ye û mîletekî Kûrdtêda dijî'' dibijine.

Nerîna min :