Dema pîvan berjewendiyên netewî be

Hevdîtinên di navbera dezgehên dewletê û Ocalan de destpêkirî û di encama van hevdîtinan de, payama serokê PKKê ya li Newroza Diyarbekir hatî xwendin, dê piralî bête şirove kirin.

Herk aliyek siyasî, kesayet û rewşenbîrên kurd bi awayekî vê pirsê û encamên wê bûyerê gengeşe dikin. Ya herî girîng ewe ku mirov di van gotubêjan de li hev bigihe û herkesek bizanibe yê di çi dibêje.

Ji bo ku nirxandinên di vê derbarê de bêne kirin bikeve di xizmeta berjewendiyên netewî de. Tê gihandina hevûdin girînge.

Ji berî her tiştekî ev pêvajo ne pêvajoya çareseriya pirsa kurd e li Bakurê Kurdistanê.Ev pêvajoya agirbestekî, xwekişandina çêkdarên PKKê ji Tirkiye û Bakurê welat û herweha destjêberdana çekan e.

Gelek caran li ser şerê heyî gotubêj çêbûne û çêdibin. Sekinadina şer gavek erêniye, başe û di berjewendiya tevgera azadixwaza Kurdistanê de ye.

 Herweha vê yekê ve girêdayî dawî anîna qonaxên şerên çekdarî û ji bo çareseriya pirsa kurd rêya diyalogê û metodên demokratîk bibe rêya tekoşînê cardin serkevtiyeke ji bo Kurdan.

 Çareseria aşitiyane di roja me de hem ji bo kurdan hem jî di cîhana pêşketî de rêya herî maqule. Bê goman merc û qonaxa ku mirov têre derbas dibe awayê tekoşîne dide kifşkirin. Lê îro rêyên aşitiyana gerek bingehbe.

 Ji bo vê yekê, ji bo sekinadina şer û ji bo zelalbûna ava şêlo divê pişgiriya vê pêvajoyê di van xalan de bê kirin.

Em hemî dizanin ku di dema xwe de wek hêzêk çekdar pêwendiyên PKKê rejima Suriye re, rejima Iraqê re û rejima Îranê re çêbûn. Gelek caran ev hêz li dijê tevgerên din yên kurd hatiye karanîn. Ji holê rakirina vê bi xwe jî ji bo kurdan dibe destkevtinek.

Dema çareseriya aşitiyane û rêya diyalog û metodên demokratîk ji bo destkeftina mafên netewî bingeh bê girtin, herkesek jî siyaseta xwe de azad e. PKK  heta niha “ Xweseriya Demokratîk“ dixwest. Lê di vê nama Ocalan de dixweyê ew yek jî dane aliyekî.

Ev pêvajo bi însiyatîfa hukumeta Tirkiye hatiye destpêkirin. Wek tê zanîn ji berî niha çend teşebûs di vê derbarê de hatin kirin lê sernekevtin. Ji berî niha du caran hawldan çêbûn li hevhatin hatin kirin lê bi bûyera Xabûr û çelakiya Farqînê ew hewldan hatin sabotekirin.

Em hemî dizanin çi di nav dewleta Tirk de, çi nav PKKê de, bazirganên şer ev pêvajo sabote kirin. Dewleta kûr heta niha jî naxwaze gavek ji bo sekinadina şer bî avêtin. Şer bisekinê xwîna di rayên wan de diherike disekine û ew jiyana xwe nikarin berdewam bikin.

Divê di vê qonaxê de mirov bikaribe pêvajoya ku destpêkirî bi nav bike û li gora wê gavan bavêje, dê perspektîfên siyasî berfirehtir bike.

Di siyasetê de gavek bê avêtin yan jî karek bê kirin, divê mirov gava hatî avêtin binêre û wê binirxîne. Herweha pîvandiyên nirxandinan jî berjewendiyên netewî bin.

Kî bi çi armancê wê gavê tavêje pila duyem de gerek bê nirxandin. Li Kurdistana Bakur qalibên îdeolojîk bêne qetandin û berçavkên Kurdistanî li bûyera bête temaşekirin dê nirxandin û şiroveyên siyasî objektîftirbin.

23.3.2013

Dara Bilek

Nerîna min :