Kurd û Bexda

Cotyarek li nav baxçeya xwe bûye dostê marek. Demeke gelek dirêj pêkve bûn bêyî tu kêşeyek. Rojek kurekî cotyar hate nav baxçeyê, marê dît û berekî lê da û dûvê wî birî. Mar jî pêve da û kurik mir. Êdî peywendiya cotyar û mar de kêşe pêkhat. Mar hate cem cotyar û ji bilî daxwaza lêborînê, bi yekcarî xatira xwe jê xwest.

Cotyar daxwazê lê kir bila berdewam bîn, lê belê mar jêre got êdî ji bo pêkve bûnê nikarîn ji ber ku ne ez dikarim êşa dûvê xwe ji bîr bikim û ne jî tu dikarî kurê xwe ji bîr bikî! Kurd û Bexda jî wekî cotyar û marê lê hatiye hinek birîn li navbera Kurd û Bexda heye ku êdî ji bo pêkve bûnê wateyek nemaye! Li Bexda rejîm hate guhertin lê belê eqil neguherî, li çîrokê de mar bunewerêkî bi hest bû, li beramber cerg şewitandina cotyar daxwaza lêborînê kir. Lê belê eqlê niha ya Bexda neku Helebçe û Enfal û Kîmyabaranê qebul dike û daxwaza lêborînê nakin, belku 12 hezar Kurd, ku tenê li ser nasnameya Kurd bûn li Musil û rêya Bexda bi destê Erebên terorîst ve hatin kuştin, her aciziyeke xwe jî dernebirîn, li şûna wê yekê ku karekî nexwastî li nav bazgehekî asayîş ku efserekî Kurd li dema erkê xwe da li destê wî qewimî û bi girîngiyê ve kesekî Erebî têde bû qurbanî, ewe dikin reqê xwîn bi xwîn û bi zimanê Serok Wezîr bi bê şermî tolê radigihîne!!! 

Li bîra min tê li raperîna bihara 1991 ku me Soran azad kir, şerefa min a ewe hebû li desteya Serokayetiya Raperînê de bûm, hezaran serbazê sînorê ku heta rojek berî wê dirindetirîn leşkerê wêrankerê Kurdistanê û rijandina xwîna gelê min bûn, wê rojê herî pile bilindên wan necmeyên xwe avêtibûn û bi şermezarî daxwaza lêborînê dikirin, me jî şûna wê yekê ku tola xwe hilînin û rik li wan bikin. Me gote wan em ne dijminê we û neteweya Erebîn û artêş artêşa meye, tenê dijmin rejîma Be’esî ye. 

Piştî 23 sal ji wê rojê, bi hukma karê xwe yê îdarî li Soran û pêgeha geştiyariya deverê min gelek pê girîng bû ku xizmeta geştiyarên Ereb bikin ku gelek bi selametî û xweşguzeranî li vê sînorê da bin, şanaziyê dikin ku ji bilî wê demê ruhê lêborîniya me mezintir bûye neku demeke biçûk jî em poşman bîn ji helweste mirovayetiya xwe. Lê belê helwesta Malikî û ew rûdawa Bexda ez bawerim hemû perdeyekî rakir û tu gumanekî nehişt ji bo wê hindê aliyên Kurd jî ku heta doh milê wan dixurand.

Ew helwesta Malikî gelek bi hêze ku êdî bi hebûna tu hêviyek pişta xwe nedîn Bexda! Dema wê ye ku li nav dest helmetekî ragihandina mezin dest pê bikin bo hemû cîran û navçeyê û rêxistinên navdewletî û mirovayetî li cîhanê ku Kurd bi mayîna li nav bazneya eqlê Iraqê li bin tehdîda dûbare bûna hemû karesatên berêye û pêkve hebûna me ne li berjewendiya aştî û aramiya navçeyê ye! Daxwaz bikîn biryara çarenûsa Kurd bidin bi Kurd û xatir xwestineke aramî li hevdû bikin çunke ne em dirindeyî ya Bexda ji bîr dikin ne ew jî dev ji regezperestiya xwe berdidin!

Kirmanc Îzet Silêman Beg

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: