Kurd kîne
Gelek cara di lîteratora siyasî de behsa ’’Yekitiya Kurda’’ tê kirin. Piraniyên siyasetmedar, rewşenbîr,nivîskar û nûnêrên aliyên siyasî behsa yekitî ,hevkarî û tifaqa dikin. Lê mixabin ev yek gelek cara bi armancek propagandeyî tê gotin.
Di dîroka Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê de, gelek cara hinek aliyên siyasî,partî û rêxistinên cuda hevkarî kirine ,eniyên siyasî pêkanîne û tifaqên cur bi cur çêkirine. Hinek serketine û bûne sedemê hinek destkeftiyan jî. Lê piraniya wan serketin destve neanine û fitreyek kin de têkçûne. Bi têkçûna her yekitî yan jî hevkariyekî herkesek hevalbendê xwe tawanbar kiriye.
Bê guman dema behsa yekitî û pêwistiya yekitiya tê kirin, gerek biçekî mirov xwedî helwestbe û rastî bizane yekitiyê ji bo çi û kîre dike.
Berê xwe bidin rojavayê Kurdistanê, 3 cara ENKS û PYDê berfirehî li hev rûniştin û yekitiyek çêkirin ,peyman îmze kirin . Lê bi tu awayî neçû serî. Sedem çibû? Tu carî ev sedem vekirî bi awayek rasteqênî nehat gotubêj kirin. Ji bo vê jî heman cureyê hevkariyê 3 cara tekrar kir ê negihat encamekî. Piştî van 3 caran Amerika bi xwe kete dewrê , herdu alî anîn ba hev, hevdîtina destpêkir û gelek civîn hatin li darxistin. Lê cardin çênebû. Lê sedemên ku ev hevkarî nayên kirin tu cara bi awayek zelal ê rasteqênî nehatin gotubêj kirin. Aliyan bi tenê çend daxûyaniya hev tawanbar kirin û pirs hate girtin.
Li başûrê Kurdistanê her çikas rewş cudabê jî,cardin di qonaxa ku em têre derbas dibin, dibînin çikas pêwistiya hevkariyekî û yekdengiya Kurda heye.
Li bakurê Kurdistanê rewş gelekî cudaye. Mixabin heta wek îro gelek hevkarî çêbûn ,lê yek ji wan jî serneketin. Sedemê bingehin tu cara nehat rojevê, cardin bi awayek klasîk herkes yê din tawanbar kir.
Niha li Bakur rastiyek heye ku, Siyaseta PKKê bi hemû warî de di nava civakê de serdest e. Piraniya dezgehên sivîl di bin kontrola wan de tevdigerin. Partiyên wan wek HDP,PÇK û Hinek rêxistinên din, Siyaseta PKKê di qada legal de rêvedibin. Bi milyona deng digrin û di parlementoya Tirkiye de parlementerên wan hene. Gelek şeredariya destve tînin. Dema pêwistiya wan hebe bangî partî û rêxistinên din yê Kurda dikin behsa pêwistiya yekitiyê dikin. Lê di rastiya xwe de HDPê tu cara aliyên derveyê Siyaseta xwe bi awayek ciddî muxatab negirtiye. Wan tînê ba hev parlementerekî yan jî serokatiya şeredariya hinek navçeyan dide wan û wan alê xwe ve tîne. Dema ihtiyaciyan wan neminê jî pehînekî li wan dide û ji xwe dûr têxe.
Ev her çikas tehlbê jî rastiyeke. Eger hinek inkara vê rastiyê jî bike her tişt li holêye.
Mixabin ji derê vê jî Kurd nikarin yan jî heta wek vê gavê nekarine werin ba hev û ji derî Siyaseta PKKê hevkariyek li ser xetek netewî û Kurdistanî avabikin û bibin banekî starê ji bo partî û aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê.
Her qonqxê de û îrojî berpirsên partiyan dibêjin ku, divê nav kurdan de yekitiyek çêbibe. Raste. Başe jî. Lê Kurd Kîne? Pîvana aliyek ku Kurd bê hesibandin çiye? Tu cara ev naye rojevê. Eger aliyek yan jî partiyek siyasî bêje ku :’’ Ez ne Partiya Kurdame’’ gelo mirov wan Kurd dihesibîne yan na? Bersiva vê pêwistiyeke û ev bersiv dibe pîvanek di nasnameya siyasî de.
Dema aliyên Kurd behsa yekitiyê bikin, gerek ispatbikin ku, berjewendiyên Kurdistanî li ser berjewendiyên xwe yên rêxistinî û kesayetî re digrin. Na eger tenê armanc destxistina parlementeriyek yan jî şeredariyekî be, bila kesek hewldana xapandina vî miletî bi navê Kurdeyatiyê neke. Ji xwe eve 40 salin ev milet têra xwe hatiye xapandin û gelek nirxên netewî û civakî winda kirine.
HDP yan jî PÇK tu cara aliyên Kurd direkt muxatab negirtine. Her Carê li gel çepên Tirk yekitiya xwe ya stratejîk avakirine, di herêma Kurdistanê de wek hêzek yedek li gel aliyên Kurd rûniştine û ew kişandine tenişta xwe.
Dema yekitiyek yan jî hevkariyek çêbibe gerek tesbîta rêxistina bê kirin kî Kurd e? Kî berjewendiyên netewî li ser hertiştekîre digre? Kî û çewa doza mafê rewa yê miletê Kurd dike? Gelo kî xwe Kurdistanî dibîne, yan nabîne. Kî Ala Kurdistanê wek sembola netewî dibîne û dibin siha vê alê de divê yekitiyekî avabike?Gerek ev tişt hemû bêne nirxandin û li gora wê gav bêne avêtin ku, ew yekitî bibin xwediyê temenek dirêj û bikevin di xizmeta destxistina mafên netewî yên Kurdan de.
Nêrîn/Şirove
N.Firat