PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî: Me mûçeyên fermanberan ên hemû mehan daxwaz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî temambûna civîna ligel Hadî Amirî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew hêvîdar in bigihin hinek rêkaran ji bo gihiştina maf û heqên Herêma Kurdistanê, herwiha tekez kir ku daxwaz kirine mûçeyên hemû mehan ên fermanberên Herêma Kurdistanê werin şandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, hikûmeta Iraqê ji wan re ragihandine ku ji bo çareserkirina vê mijar hevkar dibin, lê belê ligel vê yekê jî pêwîstiya piştevaniya siyasî heye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, ligel aliyên siyasî d gotûbêjê de ne, da ku piştevaniya siyasî ya pêwîst e, bi dext bixin.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku bi çareserkirina kêşeyan geşbîn in, lê belê hîn li benda encamên dawî ne.

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Back to top button