Polîtîk

Kurd ji Amerika Debabe û Appaçiyan dixwazin

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku ev demeke daxwazên Kurdan digihîne Amerika, li hevpeyvîneke taybet de ji Amerîka daxwazên çekên giran Debabe û helikopterên Appaçî dike.

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermandeya Peywendiyên Derveyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandekî fermî ya Kurdistanê ji bo daxwazên Kurdan yên li gel şerê Daîş bigihînin berpirsên Amerîka ev demeke li Amerîka hevpeyvînan dikin û daxwazên Kurdan digihînin Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka.

Husên li hevpeyvîneke li gel Fox News de armanca serdana xwe aniye ziman û daxwazê ji Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dike ku zêdetir alîkariya Kurdan bikin û çekên giran yên wekî Debabeyên nûjen û helîkopterên nûjen yên wekî Appaçî bidin Kurdan.

  

 

 

Back to top button