Kurd doza mafên xwe yên netewî dikin!

Ew “demokrasiya” ku kurd nikaribin bi awayek azad doza mafên xwe yên rewa bikin, tu wateya wê “demokrasiyê” ji bo Kurda tuneye û ne demokrasiye…

Dara Bilek

Guhertina destûrê di rojeva desthilata Tirkiye de ye. Gelek cara behsa Destûrek baştir tê kirin. Eve dehê salane di her pêvajoya hilbijartinan de behsa destûrê û guhertina destûrê tê kirin. Lê mixabin tu cara bi awayê pêwîst destûr nayê guhertin. Heta dema behsa guhertina destûrê tê kirin jî,piraniya partiyên siyasîyên Tirk xetên xwe yên sor didin dîyarkirin. Ji Xwe ya me Kurda jî di rêza yekem de eleqeder dike ew xetên sorên partiyên siyasî didin kifşkirin e.

Destûra heyî de gelek xalên ku heyîna Kurda red dike  hene. Lê ya girîng pêşgotina destûrê ye û hinek madeyên ku behsa hemwelatiyê dikin e. Pêşgotin di serî de tarîfa dewleta Tirk dike ê hertiştekî ji bo bextiyariya neteweya Tirk dide nîşandan.

Madeya 66ê dema behsa hemwelatiya dewleta Tirk dike dibêbêje: Herkesê ku bi tayê hemwelatiyê girêdayê dewleta Tirkiye ye, Tirk e. Yanî herkesê hemwelatiyê Tirkiye be Tirk e. Ev made  gelek vekirî û bi temamî inkara Kurda ye. Vêca dema mirov miletekî inkar bike, gelek zehmet dikeve ku hinek gavên erênî ji bo hemwelatiya jî bavêje.

Eger li Tirkiye guhertina destûrê bikeve rojevê divê Kurd ji berî hertiştekî doza guhertina madeyên inkara wan dike bikin. Û daxwaz bikin ku wek neteweyê Tirk heyina wan jî bê qebûlkirin û ev yek di destûrê de cih bigre.

Ji aliyek din ve dema behsa destûrek demokratik bê kirin, gerek Kurd bipirsin ew demokrasiya hun behsê dikin çi demokrasiye? Gelo em wek Kurd di vê demokrasiyê de dikarin xwe îfade bikin? Em dikarin bi metodên demokratik,bi rêya diyalogê bê ku berê xwe bidin tundiyê bi awayek hevdem daxwaziyên xwe ji bo destxistina mafên xwe yên rewa yên netewî bêjin?

Eger em wek kurd nikaribin vê yekê bikin ew demokrasiya hun behsê dikin ji bo me nayê ti wateyê .

Di vê dema dawî de, ji bo perwerdeya zimanê Kurdî gelek çalakî têne kirin, hewldanên HEZKURDê ji bo pejirandina dersa hilbijare ya Kurdî gelek berûpêşve diçe. Heta projeya xwe di derbarê zimanê Kurdî de bi awayek fermî gihandine hemû partiyên siyasîyên Tirkiye.

Bawerim gerek hewldanek hebe ku,gava duyem dewsa ku zimanê Kurdî dersa hilbijare be ,bibe zimanê perwerdeyê ê ev yek guhertina destûra nû de cih bigre û perwerdeya zimanê Kurdî bikeve di bin demana destûrê de.

Gerek em wek kurd kêmasî di vê rewşa niha de ,di vê qonaxa ku herkes behsa Kurda , behsa pêwistiya destûrek nû û behsa demokrasiyê dikin de, doza van hersê xalên bingehîn bikin û da ku di pêşerojê de em bikaribin bi awayek azad behsa mafên xwe yên rewa bikin.

Rastî her aliyek ku doza mafê kurda dike, gerek van tiştan bînin rojevê û di hevdîtinên gel aliyên siyasî,bi awayek zelal behsa van tişta bikin.

Dema em terciha xwe ji bo partiyekî bikin, bila pîvana me Kurdeyatîbe. Ji bo me kijan alî behtir behsa destxitina mafên Kurda bike û vê ne bi tenê armanca  propagandeyê ji bo destxistina çend denga bikin û bêxin di bernameya xwe de gerek pişgiriya wan bê kirin.

Bila Kurd bi awayek vekirî û bi zelalî behsa daxwaziyên xwe yên rewa bikin, da ku kesek nikaribe bêje”gelo Kurd çi dixwazin”

Kurd çi dixwazin? Bersivek tenê heye. Kurd doza mafên xwe yên netewî dikin.

26.01.2023

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: