Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê civiyan.

Serokeyetiya Serokkomariya Tirkiyê ragihand îro roja Pêncşemê 26ê Çileya 2023an Serokê Herêna Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Enqereya paytexta Tirkiyê civiyane.

Civîn li Koşka Serokkomariya Tirkiyê dûr ji çavê kamereyan pêk hat.

Serokayetiya Komariya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li koşka Serokkomariyê pêşwazî li Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd Nêçîrvan Barzanî kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî destbikarbûna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Kurdistan û Tirkiye di warê siyasî û enerjiyê de, hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Beştepe ya Serokomariyê ya Enqereyê civîneke dualî pêk anîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman, “Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û aborî de û sûdwergirtina ji derfetan bo berfirekirina hevkariyên hevbeş di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê di warê enerjiyê de kirin. Her wiha valahî û pêwîstiya îro li cîhanê bi taybetî li Ewropayê di warê enerjî û gaza xwezayî de hat gotûbêjkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin, Erdogan û Barzanî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û hemahengiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê “ji bo parastina ewlehiya sînoran û dawî pêşhatên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.”

Back to top button