
Li Tirkiye pêvajoya hilbijartinan de heja kesekî li himber serokkomarê niha Tayib Erdogan tu berbijêr destnîşan nekirine. Maseyê 6 kolî civîna xwe ya 11 mîn li darxist lê cardin nekarî ji bo berbijêriya serokkomariyê navekî destnîşan bike. Piranî navê serokê CHPê ji bo berbijêriya serokkomariyê derbas dibe, lê dixweyê di bi derbarê de nakokî di navbera CHPê û IYI Partiyê de heye. Heta ev yek bû sedem ku endamê reveberiya IYI Partiyê Cîhan Paçaci ji postên xwe yên di nava IYI Partiyê de îstifa kir. Maseyê 6 kolî piştî civînê xwe cara yekem wek Tifaqa Milet bi nav kir û dan xûyakirin ku ewê 30 mehş berbijêrê xwe destnîşan bikin.
Ji berî civînê 9 serokên şeredariyên CHPê dan xûyakirin ku berbijêrê wan Kiliçdarogluya û ew pişgiriya Kiliçdaroglu ji bo berbijêriyê dikin. Li ser vê yekş ji berpirsên IYI Partiyê Cihan Paçaci jî da xûyakirin ku, eger Kiliçdaroglu bibe berbijêr , dê IYI Parti jî berbijêrê xwe destnîşan bike.