
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu daxûyakirin ku lidarxistina cîvîneke sêqolî ya bi Swêd û Fînlandîya re bê wate ye.
Çavuşoglu di konferansek rojnemevani de dîyar kir ku niha ser endamtîya Swêd û Fînlandîya ji bo NATO yê tu guhertinek cuda di helwesta Tirkiye de tuneye. Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson dabû xûyakirin ku, ew dixwazin cardin li gel Tirkiye di nava diyalogê debin û hevdîtin berdewam bin.