Kurd dikarin pişta xwe bidin12-ê îlonê?
Cemal dipirse gelo “Gelê Kurd, dikarin pişta xwe bidin 12-ê îlonê?..”
Gelê Kurd, dikarin pişta xwe bidin 12 îlonê?..
Mînak, navê wê bi kurtasî HSYK ye Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran gelo Kurda, tevgêra sîyasî ya Kurda, BDP ê eleqeder nake?
Em li HSYK binêrin.
Di dîroka nêz de bûyera vê lîjneyê ya Şemzînan heye.
Gelê Kurd Şemzînanê baş dizanin.
Li Wan ê Dozgerek, Ferhat Sarıkaya di derbarê Şemzînanê de îdianameyek amade kiribû. Di îdianameyêde leşker, bi hêlek xwe ve heta Fermandarê Hêzên Bejayî ve diçû.
HSYK qet nesekinî.
Ji ber vê îdianameya di derbarê leşker û fermandar de, Dozger ji peywirê havîtin. Bi vê yekê jî nehatin ser û parêzerî jî li wî qedexe kirin.
Wekî din HSYK ê çi kir?
Li Adana yê dozgerek hebû, navê wî Sacit Kayasu.
Vî dozgerî îdianameyek di derheqê Evren de amade kir. Belkî zulma herî mezin rêvebirîya leşkerî ya 12 ilonê li Kurda kiribûn, ku vî dozgerî xwestibû wî (Kenan Evren) derxe hember dadger.
HSYK qe nesekinî deftera vî dozgerî jî dirûr, ew ji peywirê havît. Biryara DMME (dageha Mafê Mîrovan ya Ewropa) ku heq dabû wî jî nas nekirin.
Wekîdin?
HSYK dîsa jî dixwaze hinek keviran ji cîh bileqîne.
Mînak, demek ku dixwazin cîhê Dozgerê Ergenekonê biguherin.
Mînak, demeke ku dixwazin cîhê dozgerê Balyoz biguherin.
Mînak, demeke ku dixwazin dozgerê li Amedê şopa kuştinê failî meçhûl dişopînin, wî ji cîhê wî biqetînin.
Vê gavê dikare bê pirsîn.
Ergenekon Kurda eleqeder dike?
Balyoz Kurda Eleqeder dike?
Kuştinên faîlê wan ne diyar Kurda eleqeder dike?
Elbet dike.
Çawa 12 îlonê, Evren, Şemzînan ê eleqeder dike, vana jî bê gûman Kurda eleqeder dike.
Vana giş di hundur hevde girêke. Ger van girêkên han qetik qetik bê verêşandin, ev tê wateya ku li Tirkîyê di rê ya aşîtî û demokrasîyê heman rê ye.
Kurdên di vê hişmendîyê de nikarin di HSYK ê Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran de bibihurin.
Zêde kirina endamê vê lîjneyê, şêwaza guhertina hilbijartinek wê ya demokratîk , ji xelas kirna pişt derî yê girîtî de, nabe ku biçûk bê tîtin. An jî guhertina vê ya di makezagonê de, nabe ku lêvên xwe pê re xwar bikin (henekê xwe pê bikin).
Wek Dadgeha Makezagonê, baş kirina binyada HSYK ê, hinekî din jî astengî ya li pêş vanê ku heta niha ço (dar) dikirin çareserî ya pirsa Kurd.
Li Tirkîyê darazîyek (yargı) demokratîk nebe, ne pirsa sereke yaTirka, ne ya Kurda çareser nabe.
Ji ber vê, divê Kurd van 26 maddeyên makezagonê ku tê guhertin ciddî bigrin.
Erê, di vê pakêtê de ji çend hêlan ve kêmasî heye. Mafê Kurda ye, ku rexneyan dikin, mafê wanî mezine.
Amcax, gotina ku Kurd di vêpakêtê de tune rastî nîne.
Guhertina di derbarê HSYKê de, wekî me li jor gotibû zêdetir Kurda eleqeder dike.
Guhertina Dadgeha Makezagonê jî her wûsa. Teng kirina qada li darazîya dadgeha leşkerî jî ji vanê din ne cûdatire.
Ew maddeya 15’min a demî ya sembolîk jî, ku 30 salin li pêşîya darizandina rêvebirên 12 îlonê asteng bû, ew jî Kurda eleqeder dike.
Dikarin balê bikşînin ser xaleke din jî.
Bi pejirandina vê pakêta 12 îlonê re, dê bikaribin makezagonek sivîl û demokratîk bînin rojeva sîyasî û ji bona vê dikarin pirr jî bi hêsanî bête rûniştin.
Ji sedema van, gotina ku “Ev pakêt Kurda eleqeder nake, di vê pakêtê de Kurd nîne” pirr jî jê bawer nakim.
Werger: Dêrikî
(Netew)
Têbinî: Di sernivisê de guhertinek hatiye kirin.