Civak

"Min jî nedikarî ku ez qasî Ocelan nerm bibim."

Hanefî Avci: „Di Pirsgirêka Kurd de dewlet jî sûcdar e!”

Hanefî Avci, mûdîrê emniyeta bajarê Eskîşehrê pirtûkeke bi navê “Haliç’te yaşayan Simonlar; Dün Devlet Bugün Cemaat” (Sîmonên ku li Halîçê dijîn; Dûhê dewlet Îro Cemaat” nivîsî û ji nû ve rojeva Tirkiyê dagirt. A niha li Tirkiyê mijara yekemîn ya rojevê ev pirtûka balkêş e.

Wekî dihête zanîn Avci, di 1997 an de jî li hember Çeteya Sûsûrlûk ya dewletî daxûyanî û îfadeyên balkêş dabûn û gelek caran jî bûbû hedefê kemalîstan. Piştre Hanefî Avci ji erka xwe ya rêvebiriya Îstîxbarata tirkiyê hatibû vekişandin û demeke dirêj li Enqerê bê erk ma. Paşê hat hefiskirin û bû hedefê mîlîtarîzma Tirkiyê. Bi îxtîdarbûna AKPê Hanefî Avci ji nûve hat bi erk kirin û heta vê gave jî serokê emniyeta bajarê Eskîşehrê ye.

Hanefî Avci berî niha li dij “dewleta Kûr” ya Tirkiyê û li dij leşkeran daxûyaniyên balkêş dabûn. Ev car jî gelek mijar aşkere kirin û gelek agahiyên balkêş dan û wî îdî kir: “Ez eslen ne dijî cemaatên dînî me, heta bawer dikim ku gelek caran karên baş jî dikin. Lê gava dikevin nav saziyên poles û edaletê, bi rastî wê çaxê ew welat têk diçe.”

Li ser meseleya Kurd jî Hanefî Abci wsia axifî: “Meseleya Kurd bi her çekdariyê ve nahête helkirin. Ev yek dive baş bihête qebûlkirin. Hûn bi salan xelkekî înkar dikin, hûn pirs dikin û hûn bi xwe bersiv didin. Nahêlin ku ew (Kurdan) xwe îfade bikin ku ew çi dixwezin. Başê wan dijmin îlan dikin, berjêr dikin û bi lêdanê ve jî dixwezin vê meseleyê hel bikin. Lê we niha dît ku ev yek wsia nabe, hel nabe. Yanê niha kî dikare bêje div ê meseleyê de bes Ocelan sûcdar e, ma sûcê dewletê jî, sûcê emniyet, leşkerî û hikûmetên me jî qet nine? Heta gava Ocelan hat girtin, wî hemi daxwezên xwe gelek daxistibûn, yanê ji serxwebûna Kurdistanê hatibû heta mafên Kulturî, dewletê ev derfet çarser nekir. Ez di dewsa Ocelanî de bûma min jî ew qas nerm û bi nizmayî tevnedigeriyam. Lê dewletê ev şansê mezin bikar nehanî, yanê dewlet qet tiştekî nekir û bes lêda.”

Hanefî Avci dibêje, “Meseleya Kurd çi caran bi dadgeh, poles û leşkeran nikarin hel bikin. Di meydanê de pirsgirêke siyasî heye û çarseriya wê jî dive siyasî be. Ew kesên ku derketine sere çiyê, ew bi xwe mûxatab in û dive mirov wan guhdar bike ku ew çi dixwezin. Bêyî ku hûn wan guhdar bikin, bêyî ku mafê axiftinê bidin mûxataban (Ocelan û PKK û gelê Kurd) ev mesele çi caran nahête çareserkirin.”

 

KNN/Zagros Baran

Çavkanî: NTV

Back to top button