Erdogan û helwesta BDP-ê
Li gora siyaseta îro li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê tê kirin, du roj hene ku wê bandora xwe li rewşa siyasî li vê prosesê bike û taybetî dê bandora xwe li helwesta BDP-ê ya di derbarê referandumê de bike. Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan roja 3-ê yê Îlonê diçe Diyarbekir. Dê Erdogan ji Diyarbekiriya bixwaze ku roja referandumê herin ser sendoqa û dengên xwe bidin. Herweha wê bixwazê ku bila rengê dengên wa erê bin.
Dema Erdogan li Diyarbekir vê daxwaziyê ji Diyarbekiriya bike, ihtimalek mezin dê hinek sozan jî bide xelkê û bi rêya Diyarbekir peyamên nû bide xelkê herêmê jî. Vêca ev peyamên ku Erdogan bide dikare raste rast bandorê li helwesta BDP-ê bike û BDP ji helwesta xwe ya boykotê biguherê û di referandumê de bêje erê. Eger BDP helwesta xwe biguherê û di referandumê de bêje erê, wê ji berî her tiştekî bingeha xwe rihet bike, û rêya ku kurd bi îrada xwe ya azad bi karbînin veke. Yanî bi gotinek din faktora tirsê ji ser xelkê radibe. Ji ber ku berpirsên BDP çi bêjin bila bêjin bingeha wan bi îradeyek azad nabêjin na yan jî helwesta wan nabe boykot. BDP vê yekê dibîne û ew bi xwe jî di vî warî de ketine di nav tenkasiyekî de. Di rastiya xwe de ew hêviya îşaretekine ku bêjin erê. Erdogan li Diyarbekir gotara ku sala 2005-ê kirî temam bike, dê gelek tişt bîne guhertin.
Eger BDP helwesta xwe biguherê û bêje erê, wê behtir bikaribe ji bo destûrek nûjen û ji bo hinek guhertinên din jî bibe xwedî desthilat di danustandina de. Ji ber ku li Wanê Erdogan di hevpeyvînek ya xwe li gel rojnama Tarafê gelek vekirî soza guhertina destûrê piştî hilbijartinên sala 2011-ê da. Ji xwe destûr wê piştî hilbijartina bête guhertin. Di bingehê xwe de, eger destûrek nû cih nedê hinek mafên kurdan wê jib o kurdan ne gelek girîng be. Dema wek kurd mirov behsa destûrek nûjen û sivîl dike, mirov dixwazê ku kêmasî nasnama kurda di wê destûrê de bikevê di bin demanek hukukî de.
Eger BDP helwesta xwe ya boykotê berdewam bike û di encama referandumê de na derkeve û ev guhertin çênebin, hingê bi navê parastina mafên demokratîk yen kurdan û navê demokrasiyê BDP nikare bi tu awayî vê rewşe bide fam kirin û ew bi xwe jî wê rewşa ku bikevinê tê negihin.
BDP helwesta xwe ya boykotê berdewam bike û erê serbikeve û ev guhertin çêbibin, hêdî tu partiyên din BDP-ê cidî nagirin û wê rolê wan di amadekirina destûrek nû de jî ne gelek bê. Di dema deawî de helwesta ku serokê BDP-ê li Dijê hinek dezgehên sivîl danî û ew bi hinek tiştên na baş itham kirîn bi xwe rewşa PDP-ê baş dide nîşandin.
Di dîroka siyasî ya tevgera kurd de, tu cara wek vê qonaxê dezgehên sivîl midaxeleyê pêvajoyê nekirine. Ev helwesta dezgehên sivîl, li xwedî derketina demokrasiyê ye û li xwedî derketina mafên miletekî yen rewane. Taybetmendiya dezgehên siyasî ya herî mezin ewe ku ne partiyek siyasî ve girêdane û tu cara jî ne mecburin di bin bandora partiyek siyasî de bin. Diviya helwesta Selahattin Demîrtaş di derbarê dezgehên sivîl de danî holê ji aliyê demokratên kurd ve bihata şermezarkirin.
Lê cardin dezgehên sivîl bi xwe li xwe xwedî derketin û bersiva Demîrtaş bi awayek pêwist dan. Ev yek bi navê BDP-ê windabûnek bû, îsareta aloziyekî bû. Helwesta “erê“ li dîtina ku çareseriya pirsa kurd bi rêya diyalogê û metoden demokratîk, bi aşitiyane bête çareserkirin ve ji boykotê behtir digunce.
27.08.2010
Dara Bilek