Kurd bi zimanekî maqûl na axîvin
Pêvajoya ku em tê de ne, mecbûr dike em ji hevdu fêhm bikin, ji hev sûd wergirin. Lê mixabin zimanê em pê diaxivin destur nade ji bo fêm kirinê ! Gengeşîyên me wek şereke dijwar di domîne! Bi peyvên tûj û tehl hevdu di êşînin ! Çiqwas peyvên me yê kirêt neçê
hebe di tûrikê me de, hemî ya bê sînor û bêrêz wek gule di barînin ser hev de ! Bêguman ev ziman ne zimanê mirovahîyê ye.
Bi destura we ez bûyereki ji jîyana gundê xwe bidim. Li gundê me miroveki bêedeb, neçê û bêpergal hebû. Her roj sibe radibû ser banê xanî ji cîranên xwe re dida çêra, dijûnên kesanedîtî dikir bê sedem. Gor dîtina xwe ‘dilê xwe rehet’ dikir paşê ji banê xanî xwarê
jêr dibû. Wek mirovek bêguneh tevê civatê dibû ! Gava mirov li minaqeşeyên, gengeşîyên Kurda mêze dike, bawerî ya we hebe ferqa wan û wî gundîyê me tune mixabin. Li ser mijarekî dema minaqeşe dikin, ji bo ramanên xwe bi bandor bidin qebulkirin bi zimanekî neçê di axivin. Bêse dem hevdu tawanbar dikin, cûdatîyan normal nabînin. Dixwazin kesên di gengeşîyê de hildin bin tesîra xwe an bêrûmet bikin bi devekî bi dijûn û neçê.
Camêrî bi demokratî bi xweşbînî bê xemilandin herî xweştir dibe. Xûyekî nebaş hilanîne ji bo tiştekî biçûk dikarin tûrikê dijûna vala bikin bêrêz bi ser kesên hember de. Ne şerm dikin ne jî fedî kirin maye bi rastî ! Berî salan digotin ‘ ew faşîst e, revîzyonîst e, paşverû ye û hwd…’ Niha jî hema ji devê xwe bêpîvan, bêsînor ‘ cahş, tirşikçî, xwefiroş, îxanetçî, sixûr û hwd…’dirijînin wek jahra mara. Paşê jî bê lêborîn xwestin, bê dil xweş kirin dixwaze ku civat rûmetê bidê ! Ev rewşeki sosret e.
Lê belê ez nizanim ev kesên dev xerabûyî, bêrêz û sînorê xwe nezan vî mafî ji ku derê hildigirin ? Kî vî mafî dide wan ku ewqas şûmin û bêedebîyê dikin ! Mirov ji zanatîyên xwe hêz hildigre, ji rastîyên xwe taqetê hildigire. Bêguman ew kesên xwe nenas, bêsinç û
bêrûmet ji kirêtî yê, ji kotîtî yê pişt digirin, ev ne mirovahî ye. Xwe dispêrin rêxistinên despot, bi piştgirî û desteka bêxawênan li ser civakê zordarîyê dikin. Li welatparêzan li rewşenbîran gef lê danîyê dikin. Armanca wan kifşe ye ku mirovên giranbiha, birûmet,
rûspî jî bikişînin rade ya gemar û ketî.
Bêguman Kurd jî wekî hemû neteweyan, netewekî hemdemî ye; xwedî sinç e û birûmet e. Divê her Kurd di derbarê doza xwe de, li ser pirsgirêkên netewî bi axive û azedegan be. Divê kes çerçoveyekî sînorkirî nede pêş Kurda. Dîsa em mecbûrin hemû pirsgirêkên xwe bi zimanekî xweş, baş û qenc mineqeşe bikin. Di gengeşîyê de zimanê tahl, peyvên necûtî û tûj ne hewceye. Ji bo têgihiştinekî rast û fêhmdar zimaneki şêrin pêwiste.
Rewşa niha di xûyê çapemenî ya Kurda, tv.yên Kurda, rojnameyên Kurda, malperên Kurda, rewşenbîrên Kurda, sîyasetmedarên Kurda bi piranî vê gavê bi zimanekî maqûl naaxivin mixabin. Divê em bi tevahî li dij vê rewşê helwest bigrin û ji vê xeterê derkevin u çareser bikin. Divê di her mercî de em ji xweşbînî û rêzdarîyê dev jê bernedin. Heke zimanê biratîyê, zimanê dostanîyê bibe sereke vê yekîtî û piştgirîya Kurda xurt bibe.
Kurdawarî bi hemû rengên xwe bi hemû cûdayîyên xwe bi zimanekî şêrin bê jîyandin ji bo her kesekî dilxweşîyekî mezine.
24 Gelawêj 2010
Tevger ÇEKDAR