Kultur

Divê kurd bêjin erê

Hûnêrmende kurd yê nav û deng, Şivan Perwer jî helwesta xwe ya di refarandumê de eşkere kir. Li gora Şivan Perwer dayî xûyakirin dê rengê dengê wî erê be.

Li gora nûçeya rojnama Sabahê Şivan Perwer di daxûyaniya xwe de dibêje, “ Kî bêhriya welatê xwe nake? Ez vêca dixwazim vegerim.“  Herweha Perwer dide kifşkirin ku, referandum ji bo pêşeroja Tirkiye gelekî girîng e. Şivan Perwer di daxûyaniya xwe de dibêje: “ Ez dixwazim vegerim Tirkiye. Qonaxek bi halê tevlîhev, ez dikarim çi bikim?Ez bi hemî awayî ji bo feydeyek çêbibe ji xizmetêre amade me. Lê divê hinek tişt bêne guhertin. Dema ez vegerim welatê xwe divê ejî  bême qebûl kirin.Wek din dê mijî bihelînin û xilas bikin.“

Perwer di berdewambûna daxûyaniya xwe de got: “ Li Tirkiye guhertinên girîng çêdibin.Civat bi salan tekoşîna vê da. Me hûnermendan jî bedelên mezin dan. Eger em bêjin demokrasî û azadî divê astengên qanûnî ji holê rabin. Hişkiya kurdan li dijê hukumetê ne raste, divê hukumet jî nermtir be. Divê guhertinên din jî çêbibin. Bila şerê birakujî bisekine, Tirkiye welatek tazeye têra Tirka jî û kurdan jî heye.“

Back to top button