Cîhan

Du teqîn li Bexdayê çêbûn

Îro xwekujekî, xwe bi bingeha rojhilata Baxdayê ya polîsan ve teqand û heta niha dihê gotin, ku 11 kes hatine kuştin û 34 kes jî birîndar bûne. Piranîya kuştî û birîndaran jî polîs in.

Di teqîna duyema bajêrê Baxdayê de, pênc kes birîndar bûn û ziyanên mezin gihijtin avayî û otomobîlên hevwelatîyan.
Di van herdu mehên derbasbûyî de, bûyerên teqandinê û xwkujîyê li Iraqê û bi taybetî jî li bajêrê Baxdayê, bêtir bûne û ev teqînên han hemû jî, li parêzgehên başûrê Iraqê çê bûne.

Back to top button