Polîtîk

Erdogan ji bo 2011-ê soz a destûrek nû da


Min dest pirsên xwe kirin.

Başe hunê piştî van guhertinan destûrek nû ya sivîl çêbikin? Yan hunê cardin halê beş û beş guhertinên kismî çêbikin?

Erdogan: Emê piştî hilbijartinên 2011-ê destûrek nûjen çêbikin. Dê ev destûra nû, bi temamî sivîl be,azadiya biparêze û dê destûrek demokratîk be.

Ev yek dê seda sed be? û vê carê wê tu tawîz tunebin?

Qet dê vê carê tawîz tunebin.Me cara din jî piştê hilbijartinên 2007-ê dest vê yekê kir. Destûrek taze hate amadekirin, lê yên wek muxalefetê pêşiya vê tiştê girtin. Veca xwestin partiya me bigrin û prosesek din destpêkir.

Belê hinge we xwest hevbeşîyek di nav hemi aliyan de pêkwerê, lê muxalefetê guh neda we. Eger cardin jî hun û muxalefetê li hev nekin,hunê cardin serî li milet bidin? wek vê carê?

Belê emê welê bikin.Emê cardin hewlbidin li ser destûrek nû hevbeşîyek çêbibe. Lê cardin helwestek wek niha ku statukuyê biparêzin , emê jî destûrek sivîl li gel dezgehên sivîl minaqeşe bikin. Eger piştî hilbijartinên 2011-ê, piraniya me di parlementoyê de têrê bike emê raste rast ji parlementoyê derbas bikin, na hijmara me têrê neke  emê wek niha cardin herin referandumê. Ev biryara me temame.

Hun van bûyerên dawî çewe dinirxînin? Agirbesta PKK-ê, gotinên xweseriya demokratîk,îdiayên ku li gel dewletê pêwendiyên me hene, herweha gotarên CHP û MHP li meydanan dibêjin..

Ez vê yekê wek teqtîkek nu ya PKK-ê dibînim. Evan destpêkêji bo referandumê gotin na, dîtin ku gel ne li gel wane,vêca niha jî hewldidin ku îpotekê deynin li ser îrada gel û dibêjin Boykot. Niha di vê de jî nikarin milet qane bikin. Di vê herêmê de wê gelek dengên erê derbikeve. Ew niha dixwazin eniya na,xort bikin. Di gotinên xwe de ne samîmîne. Rastî di derbarê çareseriya pirsa kurd de tu hewldanên wan yên cidî tuneye. Ya ecêb ewe ku bi vê propaganda îro dikin dibin aletê siyaseta CHP-ê û MHP-ê.

Başe ku dibêjin “Em li gel dewletê hevdibînin“ gelo vê gotinê ji bo dengên Na zêdetir bibe dêbêjin?

Belê raste.Binîrin muxalefet ketiye di rewşekî de dilê mirov li wan dişewite.Ew jî li ser derewên PKK-ê propaganda xwe dikin. Li vê herêma ku hevwelatiyên me yên kurd dijîn partiya tenê ya danga distînê emin.Em tenê hewl didin ku xwîna dirêje bisekine. Em dixwazin liser bingehê wekheviya hevwelatiyan wek biran bi hevre di warek demokratîk de bijîn.Ewên din dixwazin ev statuko berdewam be.Li ser vê xwîna dirêjê siyasetê dikin û xwe xwedî dikin.

RASİM OZAN KÜTAHYALI/TARAF

Rojevakurd: D.J.

Back to top button