Civak

Ak-Partiyê û BDP-ê, CHP protesto kirin

Serokên partiyên siyasî ji bo propaganda referandumê li bajar bajar digerin. Li bajara di mitîngên partiya wan pêktînê de xeber didin û li ser rewşa Tirkiye û helwesta xwe ya referandumê kiset dikin. Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu  pêşiyê çu wanê. Li Wanê kesek zêde neçûn ku guh bidin Kiliçdaroglu, nêzik 200 kes ji partiya CHP-ê di meydanê de amadebûn û nêzikî 2000 polis jî, ji bo hîmaya wan li wê derê bûn. Grubek dijê wan rawesta û ew protesto kirin.

Kiliçdaroglu îro jî li bajarê Kurdistanê li Bingolê bû.Li Bingolê jî gelek xelk neçûn ku guh bidin Kiliçdaroglu. Lê gurubek gelek mezin ew protesto kirin. Yên Kiliçdaroglu protesto dikiran li gora şîarên diavêtan û li gora nivîsên destên wan de xûya dikir ew alîgirên Ak-Partiyê û BDP-ê bûn.

Ak-Partî û BDP-ê hevre CHP û serokê wê protesto kirin. Belkî jî di qonaxa îro li gora mercên heyî katîbê jî, ev herdû partî heta referandûmê bi hevre hinek helwesta deynin, wê eniya ku dijê guhertina biçek bê jî aloz tir bikin.

Back to top button