Kurd bergiriyê ji mirovatiyê dikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê,, pêşwazî li Stîvin Obrayîn cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên mafê mirov û şandeya pê re kir û di civînekê de şandeya mêvan got ku wan li Bexdayê serdana koçberên derdûra Bexdayê kir û ji nêzîk haydarî rewşa wan bûn û li herêma Kurdistanê jî ew dê serdana kampên koçber û penaberan bikin.Obrayîn di axaftina xwe de têkelî û hevahengiya navbera ajansên ser bi NY û hikûmeta herêma Kurdistanê de bi erênî wesif kir û sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, ew hijmara zêde ya koçber û penaberan hewandine û hevkariya wan dike.Wî behsa pilana NY bo sala 2015ê yên di warê hevkarîkirina koçber û penaberan kir û li gor wan pilanan dê zêdetir ji yek milyar û pênc sed hezar dolaran bo hevkariya koçber û penaberan kom bike, lê heta nuha hijmareke kêm ji welatn amadeyîya xwe ji bo alîkariyê nîşan daye, bi tenê welatê Kwêtê nebe ku di konferensa Brukselê de berheviya xwe nîşan da ku 200 milyon dolaran weke hevkarî bide.Wî berpirsê NY got ku ew lêdixebitin di pilana sala 2016ê de di warê hevkarî û alîkariyan de herêma Kurdistanê û deverên din yên Îraqê ji hev cuda bikin û herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir alîkariyan heye.Nêçîrvan Barzanî got ku ji sedema hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji Suriyeyê û deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê, rêjeya nifosa herêma Kurdistanê 28% zêdekiriye û hatina koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê berdewame û hikûmeta herêma Kurdistanê ji hemû welatên derdûr zêdetir xizmeta pêşkeşî koçber û penaberan dike û hikûmeta Îraqê jî weke pêwîst alîkariyê nake û vê yekê jî bargiraniyeke mezin xistiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê.Serokwezîr got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyekî hevkarî û xizmeta wê hijmara zêdeya koçber û penaberan dike û ji aliyek din ve jî li şûna hemû cîhanê şerê dijî DAÎŞê dike û bergiriyê ji mirovatî û mafê mirovan, pêkhateyên cudayên Îraq û herêma Kurdistanê dike.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku civaka navdewletî wezîfeya xwe li hember herêma Kurdistanê bi cî nekiriye û tirsa wê yekê heye ji sedema şerê Heseke û şerê navxweyî yê Îraqê hijmareke zêdetir ya koçber û penaberan ber bi herêma Kurdistanê bên.