Cîhan

Davutoglu dest ji karê xwe kişand

Serokwezîrê Tirkiye Ahmed Davutoglu ji aliyê serokkomar Erdogan ve hate pêşwazî kirin.Davutoglu îstiqala hukumetê da destê Erdogan. Lê Erdogan ji Davutoglu daxwaz kir ku, heta hukumeta nû bê avakirin ew li ser karê xwe bimîne.Her dema hilbijartin çêdibin hukumet piştî encama hilbijartina bê ragihandin îstiqala xwe dide.Niha li Tirkiye gelek senaryo ji bo hukumeta nû têne çêkirin. Vekiriye ku dê hukumetek di nava hinek partiyan de wek koalisyon çêbibe.AKP dikare li gel CHPê , MHPê yan jî HDPê hukumetek hevbeş ava bike. Lê wek din du partî ji derê AKPê têra avakirina hukumetê nake.Eger hukumetek ji derê AKPê bê avakirin dive CHP, MHP û HDP bi hevre ava bikin.Piştî civîna parlementoyê û parlementerên nû sund bixwin , dê serokkomar wezîfa avakirina hukumetê bide serokê partiya yekem.Eger ji wê rojê heta 45 rojan hukumetek nû neyê avakirin, serokkomar dikare biryara hilbijartinên avarta bide.Eger 45 roja hukumeta Tirkiye ya nû neyê avakirin dê pehîzê hilpijartin ji nû ve çêbibin.

Back to top button