Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Dîdîyer Rînderz cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Belçîkayê û şandeya pê re kir û di civînekê de Rînderz kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku ew dixwazin çend pirojeyan di warê av û enerjiyê de li herêma Kurdistanê encam bidin.Cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê hikûmeta Belçîkayê rola hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorîstan de bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Belçîkayê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê kir û reweşa êkonomiya herêma Kurtdistanê ji şandeya mêvan re zelal kir û got ku, ji sedema birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û ji sedem hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji Suriyeyê û deverên din yê Îraqê bo herêma Kudistanê, herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî de derbas dibe.Serokwezîrê Kurdistanê got ku ji sedema wê kirîza êkonomî gelek pirojeyên hikûmetê rawestane, lê karûbarên pirojeyên sektora taybet hêdî-hêdî birêve diçin û piştî bawerî ji sermayedar û bazirganên biyanî re çê bû ku, herêma Kurdistanê di warê emnî de herêmeke arame û qanûna învestkariyê li herêma Kurdistanê ji bo berhemanînê rêxweşkere.Barzanî behsa wê yekê kir ku, zêdetir ji yek milyon û pênc sed hezar penaber û koçber li herêma Kurdistanê hene ku, li ser 32 kampan hatine bi cî kirin, ew hevkariyên navdewletî ji wan re tên bi tenê ji bo pêdawîstiyên lezgînin û alîkariyên din bi tenê hikûmeta herêma Kurdistanê dabîn dike û Neteweyên Yekgirtî hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê nake.Serokwezîr got ku pêşmergeyê Kurdistanê li şûna hemû cîhanê şerê hovtirîn rêxistina terorîstî dike û rola wê tîma leşkeriya Belçîkayê ku, li herêma Kurdistanê meşiq û rahînanê bi pêşmerge dike, bilind nirxand.Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî serokwezîr ji şandeya mêvan re zelal kir û hikûmeta nuha ya Îraqê bi eynî metodê kabîneya berê ya hikûmeta Bexdayê kar dike; budce û miaşên karmendên herêma Kurdistanê nade û rê ji nûnerên herêma Kurdistanê re nade beşdariyê di civîn û konferensên navdewletiyên li ser rewşa Îraqê û şerê dijî DAÎŞê tên saz kirin, biken. ”Jiber hêndê gelek zehmete bi vî awayî digel Îraqê berdewam bîn.”