Li Diarbekir duh  serokê Îyha  Derê ku nêzikî HUDA-PARê encama êrîşek çekdarî de hatibû kuştin. Piştre grubek çekdar êrîş birin ser qehwexaneyekî du kes kuştin. Herweha heman grubê erîşê malekî jî kirin kesek lê kuştin. Hersê kesên din hevalbendên HDPê ne.Li ser vê bûyera nexweş Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya Giştî ragihandin. Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê: JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REÎro li Amed’ê êrîşek li dijî îhya-der’ê pêk hat û serokê îhya-Der’ê Aytaç Baran jiyana xwe ji dest da.Piştî vê êrîşê li hin taxan alozî derket û 3 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Diyar e armanca vê êrîşê li Kurdistanê derxistina aloziyan û rijandina xwîna Kurdan dîsa bi destê Kurdan e. Mixabin dek û dolabên dewleta dagirker dîsa gihişte armanca xwe. Ev êrîş bêguman ji aliyê Dewleta Tarî ya dagirker pêk hatiye û dixwazin ciwanên Kurd bînin hemberî hevdu. Em weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê vê êrîşê şermezar dikin û gelê Kurd vedixwînin aramiyê.Dixwazin xwänaSersaxî li xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dikin.09.06.2015

Tevgera Ciwanên Kurdistanê 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: